Sê kurteçêrok ji Cemal Dêrgulî

 Sê kurteçêrok ji Cemal Dêrgulî

 

Zilamek her ku diçû zeviya xwe didît ku va kurê cîran dexla wî çêrandiye lewra diçe cem bavê wî gazindan dike.

Bav radibe sixêfan ji kurê xwe re dide, lê sixêfên bav bê sûd bûn çimkî dîtira rojê dîse kur pez berdida dexlê...!

Zilam radibe berê xwe dide cem amê kurik, belkî ew çarekê bike, am bi destê zilêm digire diçin cem bavê kurik.

Bav dibêje: Weleh sixêfek nema min jê re ne da, lê ji wilo pêve ka ez çi bikim...!?

Hema zilam dicih de aciz dibe diçe ji derve.

Bavê gazî dike: Cîran bi kûde tê herî bere bêhna te fereh be...?

Zilam: Ne bêhna fereh û ne çi, ez ê çime cem Nûra qereçî sixêfên wê dijwrtirin belkî kurê te nema îde dexla min biçêrîne.

Spas M.Rifat Hacî

--------------------------------

Yekî Amûdî her ku diçû meyxanê du peyal mey dixwestin, yek datanî alyê çepê û yek li alyê rastê, û bi dorê firek li vê dida û firek li vê, heta herdu peyal bi hev re îç dikirin.

Gerson jê matmay dima çima du peyalan bi hev re vedixwe.

Mêrik jê re dibêje: Min û hevalê xwe soz dabû ku carê bi hev re em vexun, lê niha ew di zindanê de ye, lewra ez  peyalekê ji xwe re vedixum û yekê jê re...!

Lê çend roj dibihurin mêrik radibe doza peyalekê tenê dike, gerson pêre digirnije: Wey ser xêrê be xuyaye hevalê te berdan..?

Mêrik: Na Welle hîn girtiye.

Gerson: Naxwe çima te soza xwe şkand...!?

Mêrik aciz dibe: Wilo nebêj.. ti carî soza xwe na şkênim, duh li mala şêx min tobe kir, û vê peyalê ji dêla hevalê xwe ez ê vexum...!

Spas M.Rifat Hacî

------------------------

Eliyê fêlebaz diziyekê dike û çaxê eşkere dibe diçe serxetê li gundekî Êzidiyan neştecî dibe.

Çend roj dibihurin Elî nikare diziyê neke radibe gîskekî gundiyan didize, gundî lê bi gomanan dibin wî dibin cem stûna mala Gemo da sûnd bixwe.

Vêce li ber stûnê Elî radibe xwe dilerizîne û dicih de mikur têt dibêje: Gelî gundiyan ev stûna mala Gemo ocaxe ez sûnd naxum, Welleh min gîsk diziye, û mala zarokên xwe wêran nakim...!

Û ji wê rojê de îde her pêlekê Eliyê fêlebaz berxek yan kehrek didizî û bê ku bibe cihê gomanê...

Spas mamê Salihê Elî

 

XELAT