Qewimandin Ji Emrjîyana Çivîkê

Qewimandin Ji Emrjîyana Çivîkê

Nivîskar: Ezîzê GERDENZERÎ

Dê û bavê min, rojekê, mîna hercar, çûne nêçîrê. Min pişikê xwe werimand: kê got, ku ez cûcika çivikê me; na xêr, ez êdî bi xwe çivîk im, perên min şîn bûne, qudûmên min şidyane, dindika min dirêj bûye, ez êdî ji ber mineta derketime, ez dikarim ji hêlinê derêm, erdê kicêc bikim, kurma derxim û buxum. Zehf jî dayîka min timê temî dide min, ku tik tenê ji hêlînê derneyêm, welleh ez ê roja îro derkevime seyrangehê.

Min xwe firikand, tozûxubara hêlûnê ji xwe dawşand, nolî dayîka xwe, min çend qoş  dane xwe, perên xwe ba kir û firîm. Ez azad bûm, ez serbest bûm, li ku da min bixwesta, li wir dikarbû daniya. Min serê pala çîyê danî, dindika xwe li erdê xist, min dixwest erd kicêc bikira, lê tiştek ber min nediket. Teze kete bîriya min, ku dayîka min digot: payîze, erd qerimîye. Min bazda li ser tilm û derûdorê xwe nihêrî, binatara min da gund bû. Dayîka min digote min, ku ez hefsa xwe li benda bikim, ji wan bitirsim, lê ez fikirîm. “Ne perên însên tunene. Ewan çi dikarin li min bikin? Ez birçî me, ez ê herime gund!”. Min da xwe, ez firîm û min li ser qelaxa qeraxê gund danî. Di bin qelaxê da pişîkeke belek û aşqorkî xwe telandibû, guhê xwe mûç kiribû û pê herdu çavên nolî du kûrên agir, ji min dinihêrî. Min ew bergê tiştekî hesab nekir, berê xwe ji wê guhast û min alîkî mayîn nihêrî. Pişîkê bazda, li ser singê qelaxê ra xwest bilind be. Bû mirrînya pişo li ser herçar lepan da ket erdê, lêvên xwe alast û zûr bû min nihêrî. Min hew zanibû pişo dixaze tevî min bilîze. Ez peyayî jêrê bûm. Pişîkê zikê xwe erdêra xişikand û teletel berbi min hat. Çaxê pişo nêzîkî min bû, ew ê bazda û qîlên xwe nîşanî min kir. Ez tirsyam, firîme li ser qelaxê. Pişo stukura xwe xwar kir û bû mewînîya wê.

Ez firîm û min li ser holika kûçikê danî. Kûçikê hemizî, li ber holikê ketî, guhê xwe mûç kir, min nihêrî û bû girremirra wî. Min jî kire çîveçîv. Kûçikê xwe avête li ser lepan û berbi min hat. Ez peya bûm li ser erdê. Kûçik nêzîkî min bû, lepê xwe yê rastê hilbirî, xwest bide li nav çavên min. Ez vê carê jî firîm û ji kûçikê dûr ketim. Min li ser xanî danî, di kuleka xanî ra, bêhna nanê germ derdiket. Min li dor kulekê çend fitil dane xwe. Di hundirê  xênî da tarî bû, kesek nedihat xuyakirin. Li ber derê xanî sê zarok malhocik dilîstin. Ez firîm û min li ser şêmika xanî danî. Hersê zarok zûr bûn li min nihêrîn; dudu ji wana serçav neşûştî, por gijikî, kirasên wan jî li ber şal ra derketî bûn. Yê sisya porê zer şekirî, şerçav temizî û cilûberg qeşengî bû. Wî berî şêmîkê, di hundirê sivdera xanî da, min çend hebên genim dit. Ez birçî bûm, min bazda sivderê. Herdu lawikên serçav neşûştî bi hev ra li min kirine qûtîn û li min hatine hev. Min xwe winda kir, ez derneketime derva, derê sivderê li ser min hatibû girtinê. Ew ê porzêrîn gote herdukên din: “Hûn çi dikin, ne guneh ye?” û xwest derî veke. Herdukê din ew dehf dan, avêtin erdê û gotinê: “Tê dengê xwe bibirî, yan na?!” û dane dû min. Bû pirtepirta min. Ez ê li ku da ji destên wan bifilitiyama? Ewan ez girtim, hîrehîra wan bû. Ewan dikenyan, lê Porzêrîn xwest, ku min ji destê wan derxe. Ewan Porzêrîn kutan. Bû kûrrekûrra Porzêrîn, ew rûnişt û giriya.

Herdu lawikên anîzaz lingekî min pê ben girê dan û ez berdam. Ez firîm. Ji nişkî va ben bi lingê min va şidiya, di goştê min da çû xwarê, jana êşê dil û hinavê min hingavt, zingîn ji serê min hat, hindik ma bi xwe va herim. Ez zivirîm û paşda berbi zarokan firîm. Min dît, ku Porzêrîn digirî, lê herdukên mayîn hîrrehîrra wan e, li ser cezaretên min dikenin. Min ne xwest gelekî wan şa bikim, min xwest xwe bikujim. Min dema ku ranêzîkayî wan kir, xwe avête çala li ber derê xanî. Ew bû, ku nolî kevirekî, ez ê biketama binê çalê, lê gava têl dîsa lingê min va hate guvaştinê, ez êşandim û bê hemdî xwe min perên xwe birin û anîn. Têla qetyayî bi lingê minî birîndar va darda bû. Ez li ser kartolên di binê bîrê da rûniştin. Sê cot çavan di jor da li min nihêrîn: cotek bi hêsir, du cot bi ken û şabûn. Ewan hersêk zarok ji wir dûrketin. Ez bi tenê mam. Teze min serê xwe xist, ku çima min xebera dê û bavê xwe ne kir.

Xêlekî şûnda du qeretû li ser çalê ra sekinîn. Min nizanbû çima ez bi xwe va çûm… Ber tendûra germ hişê min hate serê min û dengê kurikê porzêrîn kete guhê min: “Bavo çivîk saxe, saxe“. Wî pê herdu destan, bi dilovanî ez bilind kirim û bi singê xwe va guvaştim. Bavê ew hembêz kir û eniya wî paç kir: “Eferîn, kurê min, çivîk jî rohber in, gunehne, dê û bavên wan jî hene”.

Bû qîşteqîşta kulfetekê, wê bav û kor bi qaqa reş asê kir: “Çi ye, ev mal e, yan jî baxçê terewilan e? Vî hestûyê heram li ber çavên min wêda bikin“.

Porzêrîn ez birim û di qulçekî gomê yê tarî da min cîûwar kir. Her roj ew dihat, lingê min yê birîndar melhem dikir. Her car, çaxê wê kulfetê bêxatirîya wî dikir, dihat kêleka min rûdinişt, dibû îskeîska wî, digirîya û digot: “Xwezî ya min li te tê. Tê herî û bigihîjî dayîka xwe. Xwezî ji xêra Xwedê ra, ez jî nolî te çivîk bûma, bifirîyama, bifirîyama jor, pir pir jor biçûma û min dayîka xwe bidîta”. Çima wî awa digot? Dibe ku ew kulfet ne dayika wî ya helal bû?

Muxdarekî şûnda birîna min qenc bû. Kurikê Porzêrîn ez derxistime derva. Ez berdam. Ez hatim gihîştime dê û bavê xwe. Lê tu cara qencîya kurikê porzêrîn ji bîriya min dernayê. Heta roja îroyîn, ez lingê xwe ji warê ew dimîne, nabirim. Lê ew hertim bi madekirî û xemgîn e. Gelo wî hîn jî dayika xwe ya heqe helal nedîtîye? Ax, bê dayîk jîyan çiqasî çetin û melûl e. Xwezî min dayîka wî bidîta, di derheqa lawê wê yê porzêrîn da, jê ra bigota. Ew ê vegerîya, bihata... Porzêrîn carna diçe li ser kevirekî terişandî da digirî… Qey bêjî ez êdî her tiştî fehm dikim… Ez çawa li bin qencîya Porzêrîn derkevim?

 

XELAT