ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK ... Beş (2)
ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK
Beş (2)
Nivîskar: Salih Heydo
Lewra piştî qomundarê ordiya Romê fermana revê da û got: Em şikestin û her yek ji we serbest e ,bi ku de here bera here,gelek ji wan eskeran tertobela bûn û her hinek bi deverekê de reviyan,weke pezê gur têkeve nav de, lewra ez jî yek ji wan kesên ku lez dan xwe da ku xwe ji wî agirê etûna şerrê Osmanîyan û Ûrûsan xelaskim! Her wiha min di nav gelî,newal,derbend û şax û zinarên çiyayî,yên welatê Serhedê de ,yên asê û dijwar de , rêya xwe dît û ez bi şev û rojan bêrawestan û hem bi tirs û tatêl û birçî di rêyên nenas re derbas bûm,heya ez gihajtim devera navbera bajarê Amedê û Mêrdînê,berî roj here ava bi bîstikekê ez berjêrî newaleke kûr û metirsîdar bûm,min carekê dît keleşekî xwedê nenas li min derket û kete pêşiya min û ji min re got: Çi bi te re hebe bide min yan na ez ê te li vê newala teng û asê tazî bikim û te bikujim! Dema wilo got,min baş dîna xwe dayê ku zilamekî,keleş e û rêbirr û kujer e lewra simbêlê wî wekî baskên teyran bûn û awirên wî tûj û dijwar bûn û xencereke xerzanî di ber deye û potînek çermînî bi qayîşan girêdayî heya nêzîkî çogê di lingan de ye û şer û kujtin ji çav û rûçikên wî dibare!Lewra
min bi berger û lavelav jê re got: Heyra ez zilamekî belengaz î feqîr im,êdî ez ji ber êrîşa Ordiya Ûrûsan ji deverên Qersê,Qaqizmanê û bereya Qevqasê hatime piştî ku em şikestine û ez ji gundên berriya Mêrdînê me ,Êdî nuha xelkên me hemî li bendeyî min in û tiştekî ez bidim te jî bi min re tune ye ma çi heqê te li min heye ku tu min tazî bike yan min bikuje,qey dilovanî û mehderî bi te re tune ya ciwamêrê delal,te çi beleya xwe firotiye min vê êvarê?!
Dumahîk heye....
XELAT
