Kûçikê Nandoz

Kûçikê Nandoz

Nivîsîn: Merwan Berekat

Li gundê me Soxanekê Mecîdê Xelo hebû. Ta ji dinyayê koç kir karê wî şivantî bû. Li ser kûçikên nandoz weha digot:

- Çewtçewta kûçikê nandoz ji bo pariyek nan e.

- Kûçikê nandoz hevalê guran e.

- Kî pariyek nan zêde bide kûçikê nandoz, li pêş deriyê wî dûvê xwe dehejîne.

- Kûçikê nandoz ger birçî dibe, ji bo çend êşiyan bixwe dibe hevalê rûvî û çeqelan.

- Şivanê baweriyê bi kûçikê nandoz bike ku parêzvanê pêz e, ne pez lê belê bişkul jî li pêş deriyê wî nayên dîtin.

- Kesê ji sifreya kujerên miletê xwe pariyek nan bixwe yan gulmek av vexwe, ji namûsê hatiye şuştin. Mûyek ji dûvê kûçikekî nandoz bi hezar kesî nandoz dike.

====================

Wêne: Mecîdê Xelo.

Giyan bihuştî be.

*****

Çirûskên Jiyanê

Her ku ez diçim kampekê, li pêş deriyê her konekî du-sê carkî dimirim. Kenê zarokan dibe hemêza hêviyan, ez ji nû ve jîndî dibim.

Her ku diçim serdana malbatên perîşan, giriyê zarokan min dehcarkî dikuje. Vîna û berxwedana dayîkan dibe giyan, ez dîsa jîndî dibim.

Her ku ez li nûçeyan guhdar dikim, bêhtirî carekê mirin giyan min dicû. Ger dibihîsim tolhildan xewnekirî ye, li ber lingên şahiyê mirin tête nişkekuştin.

Her ku li ser darbesta tenêtiyê mirin bi min dilîze. Silava dostên dilsoz hêviyên min bilind dike û termê tenêtiyê dibe darbesta xwe.

Her ku sifreya sêwiyan dibînim, sed û yek caran ez dimirim. Bi dîtina xêrxwezan ez hezar û carekê jîndî dibim.

Hêvî

Vîn

Tolhildan

Silav û xêrxerzî jiyan in...

*********

Tîrek

Cih roj bi roj wekî hefsarê keran di stûyê demên me de teng dibe. Em dikin û nakin sist nabe. Vêca bi ser de jî, ne tişt li serê me kirine tiştomişto! Heger wisa bidome, şixre dê bifiştiqe.

******

Em Efrînî dibêjin: "Serê nêşe kundir jê çêtir e". " Şîva kundiran ji qe çêtir e". "Kundiran biçíne li şîvên havînê neheyire".

Em dizanin kundiran baş biçînin. Îsal tûleya kundir dara zeytûnê hemêz kiriye.

Em û çandiyê hema hema hevcêwî ne. Em li vir weha dijîn.

********

Her pênek zemanek e

Her zemanek demek û hin dem in

Her demek dewranek e

Her dewranek pên, dem û zemanek e

Mirovê zana di navbera du deman de demekê çê dike û li gor xwe rê dike.

===============i

Carekê min ji Hemdî yê Kirîf ê daholvan pirsî: Dema ku tu li daholê didî, gelo ew deng çi dibêje?

Keniya û got: Dibêje dem, dem, dem, dem dema sergovendî ye.

 Jêder: Ji Facebooka Merwan Berekat

Sekoya Kurmancî