Ji Cemal Dêrgulî Çar Kurte Çîrok

Ji Cemal Dêrgulî Çar Kurte Çîrok

Şerê Cîhanî ê Diwem de Bekirê Teyo

 

Di şerê cîhanî ê diwem de Bekirê Teyo dê û jin û kurê xwe ê bitenê dihêle diçe eniya şer, lê reben birîndar dibe û dîl dikeve destên Elmanan de.

Şer radiweste Bekir azad dibe, lê venagere welatê xwe Ermenîstanê, çimkî ditirsiya ku bi tawana reva ji şer were zindankirin û surgunî Sîbîrya bibe, lewra li Elmanya dimîne.

Xem û kesera malbatê Bekir bernedida ta rojekê dostek wî agehdar dike ku radyoya Yêrîvanê bi zimanê Kurdî weşanê dike, Bekir jî diçe radyokê dikire, û ji wê kêliyê de îde dengê Yêrîvanê jêre dibe civ û hedan

Vêce rojekê dema ku bêjer dibêje: Vêgavê mezinê lêkolîneran Ebasê Bekir mêvanê me ye. Çirûsk li dil Bekir vedidin û ji xwe re dibêje: Mane navê kurê min Ebas bû, gereke niha 35 salî be. Û dicih de namekê ji radyoyê re dinivîse pirsa Ebês dike...?

Bersiv vedigere: Ez Ebasê Bekir im navê diya min Çilê ye, bapîrê min Teyo ye, Pîrka min Nenê ye, 35 salî me, li gundê Serkanî hatime dinyayê, bavê min leşker bû, lê ji eniya şer venegeriya û diya min miriye.

   Li vir Bekir dilihayî dimîne ji eşqa ta digire û dibêje: Ew Ebas kurê min e, Ebasê min e. Û pêrepêre dimire....

Spas D. Farhad Naasan

--------------------------------

Mêrik û Mehîrê Tîr

 

Kevaniya yekî çekûs firavînê datîne ber palan, lê gava mêrik mehîrê tîr dibîne, çav diçine pişta guhên wî, bi acizbûn dibêje: Meyzê, ji îro pêde bere mehîra te ruhin be, te dan bi me nehişt...!

Dîtira rojê jinik mehîreke avşeloqî çêdike datîne ber palan, rebenan radibin doza nan dikin da biçênin nav mehîra xwe, kevanî jî diçe teşta nan tîne li nav wan datîne.

Lê gava mêrik têt û teşta nên dibîne îde hiş di serî de namîne gazî dike: Keçê te mala me viritand te nan bi me nehişt...!

Jinik dibêje: Weleh ez bi tere mam heyirî, ez tîr dikim dan diçe, ez ruhin dikim nan diçe, heware Xuda ka ez çibikim...!?

------------------------------------

Pepû..  Pepû

 

Her ku xuhê bi adûdê kerengek hildikir dixiste tûrikê li pişta birayê xwe, ew kereng dikete erdê, bê ku pê bi zanibin, çimkî jinbavê tûrik ji bin ve qul kiribû.

Rebenan lêgeryana xwe bi dawî dikin, paşê diçine ser kehniyê da kerengên xwe bişûn, lê tûrik vala bû, hema ji qehra xuh radihêje adûdê li serê birayê xwe dide dikuje...!

Keçik cendekê bira li kehniyê dişû û erdê dikole vedişêre, dizûre û dikûre: Pepû pepû min çi kir, min birayê xwe kuşt, xwelî li serê xwe kir, Xuda ka ez bi kude herim.

Keçikê nema dizanîbû îde çi bike, radibe dua dike ku Xuda wê bike çûkek û berde dinyayê.

Vêce wisa tê gotin ku Xuda duayên keçikê qebûl dike, wê dike çûk û ji wê rojê de ew çûk gazî dike: Pepû, pepû, kê kuşt, min kuşt, Kê şûşt min şûşt, kê veşart, min veşart, pepû, pepû, pepû....

Spas Hunermend Aydin Ronak

-------------------------------

Feraş û Zingilê Kerê

 

Kerê feraş digerand zingilek di stû de bû...!

Mîr dipirse: Qeraş çima te ev zingil xistiye stiwê kerê xwe...?!

Qeraş: Mîrê min dema dengê zingil neyêt, hingî ez dizanim ku ker feraş na gerîne.

Mîr: Lê heger ker rawestiya û vala serê xwe bir û anî, dîse zingil wê deng derîne...!

Qeraş: Mîrê min, erê kerê min bi zingile lê ne weke te bi aqile...!

XELAT