Dr. Omer Şêxmûs serdana dibîstana Hesekê ya penaberên Rojava kir
Îro yekşem 6/10/2024 ronakbîrê kurd, tekoşer, siyasetmedarê dêrîn û endamê desteya damezrênerê YNK`ê Dr. Omer Şêxmûs li bajarê Silêmaniyê serdana dîbîstana Hesekê a amadeyî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir .
Di wê serdanê de Dr. Omer Şêxmûs destpêkê baqek gûl pêşkêşî rêvebira dibîstana Hesekê (Dalya Mistefa) kir û spasiya erkê wan kir di xizmeta xwendevanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de û guhdarî pêdiviyên dibîstanê kir.
Piştre Dr. Omer Şêxmûs bi xwendevanên dibîstanê re civiya û gotarek pêşkêş kir û têde behsa giringiya xwendinê di vê qonaxê de kir bi taybetî ji bo xwendevanên Rojava û çend nimûne ji xwendevanên kurd ên Rojava anî ziman ku çawa gihêştine astên bilind tevî zehmetî û zoriyên ku di meşa koçberiyê de dibînin.
Her weha bal kişand ser wê yekê jî ku, rêxistinek xêrxwazî li ser daxwaza hevjîna xwe nemir (Agnîta) ku jineke Swêdî bûye û xizmeta kurd û Kurdistanê kiriye, avakirine û her salê bi navê rêxistina xwe du minheyan didin xwendevanên yekemîn, yek jê xwendevaneka Swêdî ku were li zanîngehên Kurdistanê bixwîne û xwendevaneka kurd jî ku biçe li Swêdê bixwîne.
Her weha Dr. Omer Şêxmûs guhdarî xwendevan û mamostayên dibîstanê kir û soz da ku tişta ji destî wî were wê ji bo xwendevanan bicih bîne.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî bi germî spasiya serdana rêzdar Omer Şêxmûs kir ku şerefekî mezine bi xwe serdana xwendevanan kiriye û guhdarî daxwazên wan kiriye û hêviya tenduristiyek baş û temendirêjiyê jêre xwest.
Rêvebira dibistana Hesekê (Dalya Mistefa) jî anî ziman ku amadebûna Dr. Omer Şêxmûs moralek mezin daye wan û bi giringî ew serdan wesif kir.
Her yek li endamên desteya rêvebir a encumena penaberan (Emşa Ebdulrezaq , Roşîn Sîdo, Bekir Te`o û Dawûd Çîçek) jî digel şandê amadebûn.











XELAT
