Bernama HORÎ rewşa xwendekarên penaberên Rojava gotûbêj dike

Rêvebirê Dibistana Amûdê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Barîke ya parêzgeha Silêmaniyê mamosta (Hêmin Hatim) ragihand ku hêjmara xwendekarên wan 1100 xwendevanin ji pola yekem heta ya nehem in.

Bernama (HORÎ) li cihê bernameya (Xelata Kurmanca) tê weşandin ku ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê û di derbarê rewşa xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê bi mêvandariya Rêvebirê Dibistana Amûdê ya li kampa Barîke ya parêzgeha Silêmaniyê mamosta mamosta (Hêmin Hatim)e.

Di derbarê proseya xwendinê de mamosta (Hêmin Hatim) diyar kir ku, serbarê ew rewşa ne libar ku bajarê Silêmaniyê girtiye me berdewamî bi xwendinê da bi hevkariya berpirsên perwerde yê her weha me nehîşt tu kêmasî têde çê bibin.

Mamosta Hêmin Hatim behsa xwendekara kurd ya Rojavayê Kurdistanê (Nermîn Silêman Ebdo) jî kir ku pila yekemîn bi rêjeya (%99.5) di pola 9`mîn de bi destxistiye serbarê rewşa penaberiyê û astengiyên jiyanê de karî hêviyên xwe bi cih bîne .

 

XELAT