Yusif Zozanî: Mam Celal giringî dida zaravayê Kurmancî

Cîgirê Serokê Saziya Serok Celal Talebanî siyasetmedarê dêrîn û xelkê Rojavayê Kurdistanê (Yusif Zozanî) ragihand, li cem ereban ji Kurdan pirtir ji Mam Celal hez dikin û heyranê kesayetiya wî ne, ji ber ku serok Mam Celal kesayetiyekî cîhanî ye.

Li ser pirsa rojnamevan Hozan Efrînî ya derbarê pêngava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ji bo avakirina Sekoya Kurmancî û malper û rojnameya Xelatê, Yusif Zozanî got; Ne ji niha ve hîna di nava şoreşa nû ya YNK`ê de li çiya jî radyoya me beşekî xwe yê kurmancî hebû.

Got jî; Rewanşad serok Mam Celal digot "Kurdistana Tirkiyê parçeyên herî mezine û eger mafê kurdan li Tirkiyê çareser bibe wê li hemû parçeyên din yên Kurdistanê jî çareser bibe" û jiber ku zimanê Kurdî yê Kurdistana Tirkiyê kurmancî tîpên latînî bûye, min jî babetên radyoya şoreşê bi kurmancî dinvîsî û li radyo dihat belav kirin.

Siyasetmedarê dêrîn yê navdar Cîgirê Serokê Saziya Serok Celal Talebanî tekez kir ku, Sekoya Kurmancî dikare şoreşekê di nava zimanê kurdî de çêbikin û hêvîdarim û dîroka şoreşa nû û ya serok Mam Celal û ya YNK`ê li ser destê we bighên destê hemû kurmanca.

 

Xelat