Hacer Îsa: Wênesazî ne tenê wêneye belkû peyame jî
Keça Şêwekara kurd a bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê (Hacer Îsa) dibêje ku ew dixwaze bi rêya hunera wênesaziyê ji bilî parastina folklora Kurdî peyamekê jî bigihîne.
Hunermend Hacer Îsa ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got:
Ez ji zarokatiyê ve hogirê wênesazîyê me, lê ji sala 2019an vir ve, piştî dîtina çend dewreyên perwerdeyê, min bi awayekî çalak dest bi wênesazîyê kir û niha jî berdewam dikim.
Hacer Îsa got: Heya niha min zêdetirî 200 tabloyan wêne kirine, piraniya wan bi rengê zeytî ne, û naveroka gelek tabloyên min li ser çand û folklora Kobanî ûa resen û bi giştî ya Kurdistanê ye.
Bi rêya tabloyên xwe, ez dixwazim êşa gelê xwe, nemaze rewşa dijwar a niha ya penaberên li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî ya xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê, îfade bikim û bale bikşînim ser.
Keça hunermend got jî: "Min beşdarî di çendîn pêşangehên hunerî yên şêwekariyê li Kobanî, Qamîşlo û Silêmaniyê kiriye û tabloyên min balkêş bûne.
Di dawiya axaftina xwe Hacer diyar kir û got: "Hunera wênesazîyê ne tenê wêneye, belkû peyamek veşartî ye ku bi rêya tabloyan digihîje wergir û bîneran.
Hacer Îsa derçûya Beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Enstîtuya Kobanê ye û di heman demê de hunermend û mamosteya zimanê Kurdî li wî bajêrî.
Xelat/ Kurdistanî Nwê
