Penaberên Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariya nexweşan dikin

 

Hêjmarek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ên li Herêma Kurdistanê nîştecihin rewşa wan ya nexweşiyê gelekî giranin û bi salane li ser erdê ne û çareseriya wan li Herêma Kurdistanê nayê kirin. Ew penaber daxwaza alîkariyê dikin û wan bişînin welatên Ewropa.

Xeleka vê carê ya (Xelata Kurmanca) ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin bi mêvandariya Mihemed Hiso ji bajarê Dirbesiyê ku ev 10 salin felce û li ser erdê ye û her weha Derwîş Nîdal Çawîş kû ev 9 salin felce û nikare biaxive ku xelkê herêma Efrînê yê.

Nîdal Çawîş bavê Derwîş di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê re got: Ev çar salin ez hatime Silêmaniyê heta niha jî çiqas rêxistinên mirovî hatine û tiştek ji kurê min re nekirine ku ev 9 salin li ser text dirêj kiriye [ bi derziyan em xwarinê didin wî.

Nîdal Derwîş diyar jî kir ku, rêxistinên ser bi komîseriya bilind ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza raporta pizîşkî û min raport jî hazir kiriye û dibêje ku dive li derve bê derman kirin, lê heta niha jî tiştek ji min re nehatiye kirin ku ez daxwaza wê yekê dikim ku kurê min Derwîş li derve bê derman kirin.

Ji aliyê xwe ve (Mihemed Hiso) nexweşê ku ev 10 salin li ser erdê hilketiye dibêje: Ez li erdê me û felcbûyî me û ev 3 çavpêkeftin bi min re hatine kirin ji bo derketina derve lê heta niha tiştek ji min re nekirin ji aliyê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî. Ez ji sala 2013`an ve li Silêmaniyê me û ez felcbûyî me.

Mihemed Hiso got: Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî soz dan min ji bo çûyîna Amerîka lê heya niha tu tiştek nekirine.

 

XELAT