ROJAVA- Amerîka û Rûsiya û Rola Kurdan
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) roja Yekşemê 17/8/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Amerîka û Rûsya û bandora wê li ser rewşa Sûriyê û her weha Kurd çawa bikarin têkiliyên xwe bi herdu welatan re rêxistin bike hate gotûbêj kirin.
Her weha Mihemed Ala tekez li wê yekê kir ku, dewlet li ser bingehê nakokiyên taifî û etnîkî ava nabin û diyar kir ku Sûriyê wê parçe nebe û dema kurd li Rojava daxwaza sîstema nenavendiyê dikin nayê wê wateyê parçekirina welat belkû şêwazek ji şêwazên demokrasiyê ye.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Xelat
