HORÎ- Giringiya Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Silêmaniyê
Çalakvan û Çavdêrê Siyasî (Cîger Can) ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Siwîsrayê dijî, roja şemiyê 30/8/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de giringiya Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat yên li welatên erebî li Silêmaniyê hate gotûbêj kirin, Çalakvan û Çavdêrê Siyasî (Cîger Can) bal kişand ser rêveçûna konferanseke weha li Silêmaniyê nîşana wê yekê ye ku Silêmaniyê di demokrasiyê de pêşenge.
Cîger Can tekez li wê yekê jî kir û got: Bajarê Silêmaniyê dibîstaneke gelekî mezin li ser erdnîgariya Kurdistanê ye bi taybetî jî kesayetiyekî mezin wek rewanşad Serok Mam Celal rolekî gelekî mezin hebûye di vejandina vê dibîstanê de û her weha Serok Bafil Celal Talebanî jî kariye hejmarek mezin ji serkirdeyên erebî û cîhanê li Silêmaniyê bicivîne eve jî erkekî pîroz e.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
