O. Şêxmûs: Roja Mam Celal bû Serokomar Xweştirîn Xelat bû ji min re
Endamê Desteya Damezrêner ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê mamosta (Omer Şêxmûs) bû mêvanê Bernama (Xelata Kurmanca) ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê mamosta Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirin taybet bû bi salvegera hilbijartina Mam Celal wek yekem serokomarê Kurd di dîroka Êraqê de.
Di wê derbarê de mamosta Omer Şêxmûs axivî û got; Di wextê xwe de ez serokê beşa kurdî ya Dengê Amerîka bûm li Waşînton ku, Mam Celal hate hilbijartin em gelekî kêfxweş bûn, ez yekik bûm ji yekemîn rojnamevan ku min hevpeyvîn digel Mam Celal re kir û di wê hevpeyvînê de min jêre got; Mam Celal em hevalê hevdû yê pir nêzîkî hevin me bi hevdû re xebat û têkoşan kiriye û eve mîzgîniyeke pir xweşe bi taybetî jî ku, tu di roja jin anîna min de tu bûyî serokomarê Êraqê, eve xweştirîn xelate ji min re. jiber ko 6/4/1974 min Agnîta ye rihmetî anî.
Şêxmûs di berdewamiya axaftina xwe de weha pêde çû; "Ev roj 9/4 gelek giringe ji ber ku, yekemîn Kurd li Êraqê bi rengekî demokratîk û bi hilbijartinê hat bû serokomarê Êraqê, ya duyem jî siyasiyekî dêrîn xwedî ezmûn û xwedî xebatekî şoreşgerî dibe serokê Êraqê, ya sêyem, Mam Celal kesayetiyekî pir bihêz bû û torekî wî yê danûstandinê gelekî fereh digel serokên welatên hevsinorê Êraqê de hebû, her weha jî serokên welatên rojhilata navîn û hin dewletên zilhêz yên cîhanê.
Hilbijartina Mam Celal wek Serokomarê Êraqê bû sedema wê yekê ku rewşa Êraqê ber bi aramî û demokrasiyê ve biçe, hêviya hemû pêkhateyên Êraqê ji viya hebû. Çûnke Mam Celal kesayetiyekî adîlane ye û cudahî di navbera pêkhateyan de nake û raste Kurde lê di heman demê de dikarî bibe nûnerê hemû gelê Êraq.
Tiştekî din kak Hozan dixwazim behs bikim ji we re, ew beşê kurdî ya peyva Mam Celal li Neteweyên Yekbûyî ye, ku Mam Celal di meha 9`an de hate Waşîntonê, me li Dengê Amerîka hevpeyvînek jêre çêkir û ez bi xwe di (press konferans)a wî de digel serok Boş de beşdar bûm û bo cara yekemîn di dîrokê de min bi kurdî pirsyar ji Mam Celal kir û viya gelekî deng da. Her weha min û Kamiran Qeredaxî û Hîwa Osman ku sekreterê wî bûn û roja din divyabû Mam Celal biçe Newyorkê daku gotara xwe li Neteweyên Yekbûyî de pêşkêş bike ji Mam Celal re gotin ku gelekî giringe ku di beşa dawî ya gotara xwe de bi Kurdî bixwîne. Mam Celal her wisa kir û ew jî cihê serbilindiyê û serberziyê bû ji bo miletê Kurd."
Hozan Efîrîn diyar kir ku Mam Celal wek serkirdeyekî karîzme ya Kurd bû hemû aliyên siyasî li hev kom dikirin û aramî li Êraqê berceste kir, gelo ev yek ji ku tê ku Mam Celal kanî van karan hemûyan bike?
Omerê Şêxmûs: Ji roja ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate damezrandin parol û drûşma me ya yekemîn ew bû ku em rêxistina hemû civakê bikin bi hemû rengên xwe ku nûnertiya hemû pêkhateyên civakê û gel be ji ber wê me navê kir Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê. Eve jî bibû kevirê bingehîn ya boçûnên Mam Celal ji ber ku ezmûnekî dûr û dirêj ya Mam Celal hebû di xebat û tekoşînê de. Hertim Mam Celal digot ku divê em hemû wek deste gulekê bin bi hemû rengên xwe ve. Jiber wê jî lêvegerê Şî`yan li Êraqê (Ayatula Elî Sîstanî) nav lêna (Semmam Emanê Êraqê) bi rastî jî wilo derçû. Eger Mam Celal nebûya Êraq wê parçe parçe bibûya. Mam Celal rolek xwe ya giring di yekîtiya Êraqê û parastina Êraqê de hebû.
Omer Şêxmûs derbarê rewşa Herêma Kurdistanê di serdema ku serokomarê Êraqê bû axivî û got: Gelek boçûn hebû ku eger Mam Celal li Kurdistanê be wê baştir ba, lê piştî ku biryar da û serokatiya Êraqê qebûl kir, divê mirov vî tiştî jibîr nekê ew aramî û rewşa baş li Herêma Kurdistanê dîsa bi insiyatîf û bi destpêşxeriya Mam Celal bû, ku ew jî îtîfaqa stratejî bû di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Êraqê û wê îtîfaqa stratejî rê xweşkir ku aramî û aştî li Kurdistan û Êraqê berpa bibe. Her weha bû sedema pêşketina aborî, siyasî, civakî û parastina aştiyê û di viya de rol û dîd û pêşniyarên Mam Celal rolekî mezin lîstin. Her weha wê demê ku hevgirtin û yekîtiya aliyên Kurdî bandor li siyaseta giştî dli Êraqê dikir û rola kurdan bihêztir bû her weha giraniya xwe hebû.
Omer Şêxmûs behsa serpêhatiyek xwe û Serok Mam Celal kir û got; berî ku raperîn li Sûriya çê bibe paş ku buhara erebî li Tunis û Misrê û Lîbya destpê kir Hikûmeta Sûriyê pêşniya kir ku Mam Celal serdana Sûriye bike di heyva 12 sala 2010 de. Mam Celal bi min re axivî û dîtina min dixwest di wê derbarê de, min got neçe û eger tu çû wê rêzekî zedetir li te bigrin tu şîretan li wan bike ku hinek guhertinan li Sûriyê bikin berî ku şoreş li Sûriyê biteqe. Mam Celal jî şîret li wan kirin gotibû ku, di vê rewşê de eger hikûmeta Sûriyê hindek guhertinan neke wê serhildan li wir jî destpê bike, Mam Celal dema serdana xwe de gelek hewil dabû lê mixabin Beşar Esed guh nedayê lê dure di van salên dawî de kak Adil Ebdûlmehdî ku hevalê me yê kevin bû dema bû serokwezîrê Êraqê, min serdanekî Êraqê kir, ji min re got: Mam Celal du caran nameyên taybet ji Beşar Esed re şandin ku hewil bidin rewşa Sûriyê baş bibe lê mixabin guh nedan şîretên Mam Celal û vaye em dibînin rewşa Sûriyê di çi de ye.
Dixwazim tiştekî xweş jî behsa bikim; gotinekî gelekî xirab ya Sedam Husên hebû li ser Mam Celal ku bi rêya Corc Hebeş (serkirdeyekî Filistînî û dostê Mam Celal bû) şandibû, piştî ku Sedam bihîstibû ku YNK`ê hatiye damezrandin û wê dest bi xebata çekdarî û şoreşê bike. Sedam Husên ji Corc Hebeş re gotibû ku ji hevalê xwe re bêje (mebest Mam Celal) eger `dara xormê di serê wî de derkeve ew nikare 15 pêşmergan bişîne serê çiyan`. Îcar min piştî girtina Sedam Husên min ji Mam Celal re got; Mam Celal tu çima naçî serîkî lê nadî di zindanê de jêre bêje (Ezbenî dar xorme di serê min de derket yan serê te de) . Mam Celal Keniya û got; Na ez nakim.
Li ser pirsa Hozan Efrînî ku Sedam Husên biryara darvekirinê derheqê Mam Celal de derxistibû lê piştî ku Sedam hate girtin û dadgeh kirin Mam Celal biryara darvekirina Sedam îmza nekir sedem çibû?
Omer Şêxmûs anî ziman û got: Sala 1972-1973 me rêkeftinek îmze kir digel Xaça Sor ya Navdewletî de bi mercê ku,1. em êsîrê dujmin îdam nekin, 2. Em baş mameleya wan bikin, 3. Em rêkeftina cîhanî ji bo nehêştina sizaya îdamê qebûl bikin û divê sekreterê giştiyê YNK`ê li ser wê rêkeftinê îmza bike ku ez wê demê endamê mekteba siyasî û berpirsyarê peywensdiyên derve yê YNK`ê bûm, û Mam Celal ew rêkeftin îmza kir. Jiber wê jî dema ku hukmê darvekirinê li ser Sedam Husên derket, Mam Celal got; pabendbûnekî min yê qanûnî û exlaqî heye ez wek parêzer ez qebûl nakim ku ez vê tiştî îmza bikim.
Li ser rola Mam Celal ji bo beşên din yên Kurdistanê jî Omer Şêxmûs got; Mam Celal kesekî Kurdistanî bû, hertim piştevaniya xebata gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê dikir, li Sûriyê û bi taybet li rojavayê Kurdistanê, Mam Celal hîna di salên 50`an de dihate Rojava di 1954-55-56`an de dema ku diçû kongireyên ciwanên cîhanî li Warşo û Berlîn û Mosko peywendiya xwe gelekî bihêz bû lê her weha digel Kurdên Rojhilat de jî ji ber hevsinorî û hevzimanî danûstandinên wî gelek başbûn. Her weha digel hêzên bakûrê Kurdistanê de jî ku ji baweriya wî ya hevgirtina xebata gelê Kurd li herçar parçeyan dihat.
Amadekirina Textê/ Dawûd Çîçek
XELAT
