Xelatê hevpeyvîneke taybet bi Generalê Kurd ê Gurcistanê re kir

Xelatê hevpeyvîneke taybet bi Generalê Kurd ê Gurcistanê re kir

Xelatê hevpeyvîneke taybet bi Generalê Kurd ê Gurcistanê re kir

Generalê Kurd Otarê Nadiryan bo Xelat: Ez ji gelê xwe hez dikim

 

 Li ser daxwaza rojnameya Xelatê, Seroka Radyoya Weşanên Kurdî li Gurcistanê rojnamevana naskirî xanim (Bêlla Stûrkî), hevpeyvînek bi Jeneralê Wezareta Karên Hundir û Dezgeha Ewlekariya Dewletê ya Gurcistanê yê berê amade kir.

 Jeneralê Kurd (Otarê Beşîr Nadiryan) 30 salan karmendekî serkeftî yê Wezareta Karên Hundir û Dezgeha Ewlekariya Dewletê ya Gurcistanê bû, niha jî ew Cîgirê Serokê `Forex Glab Internationalê` ye.

 Eve jî naveroka hevpeyvînê ye:

 Bêlla Stûrkî: Bi rêz û silav kek Otar, ji kerema xwe ji me re behsa jînenîgariya xwe, ji dayîkbûna xwe û zarokatiya xwe û salên xortaniyê bike, xwendina te ya bilind çi ye, te kîjan xwendingeha bilind temam kirîye?

Otar Nadiriyan: Ez ji bixêrhatina we dikim. Ez di 7`ê nîsana sala 1966 li Tbîlîsê li maleke kurdên Êzdî de ji dayîk bûm. Dê û bavê min girîngiyeke mezin didan perwerdeya zarokên xwe. Em di malbatê de sê keç û kurek bûn, me xwendina bilind wergirt.

Di sala 1984an de dibistana ya hejimara 136an xilas kir û di sala 1984an de li Yêrêvanê li Fakulteya Aboriyê ya Enstîtuya Aboriya Neteweyî min dest bi xandinê kir. Di sala 1989an de min xwendina xwe temam kir û li Tbîlîsê li fabrîqeyeke radyoyê dest bi karê aborîzan kir.

Bêlla Stûrkî: Kek Otar te di artêşê de perwerdeya leşkerî stendîye?Wek bal me dibejin tu cûyî eskeriye?

Otar Nadiryan: Min di artêşa Sovyetê de xizmet nekiriye. Wê demê xwendekar li zanîngehan dersên perwerdeya leşkerî distandin.

Bêlla Stûrkî: Ji kerema xwe berdewam bike derheqa jînenîgariya xwe?

Otar Nadiryan: Rast bêjim, min xeyal dikir ku bibim parêzer. Di sala 1994an de min li Wezareta Karên Hundur ya Gurcistanê wek înspektorê beşa revebirya personelên Wezareta Karên Hundur ya Gurcistanê dest bi kar kir. Di sala 1994an de li Akademiya Bilind a Wezareta Karên Hundur ya Gurcistanê li ser pîşeyê parêzere huqûqê dest bi xandine kir, ku di sala 1999an de temam kir. 1995 min wek înspektorê payebilind yê Daîreya Lêpirsîna Tawanan a Sereke ya Wezareta Karên Navxweyî ya Gurcistanê destnişan dikin û di sala 1996an de min wek alîkarê cîgirê wezîrê ewlekariya dewletê ya Gurcistanê kivş kirin.

Bêlla Stûrkî: Birêz `Otar` Ji kerema xwe ji me re bêje kijan salê cenabê te tevlî Komîteya Ewlekariya Dewletê bû. Her ciqas ez dizanim ku te di postên bilind de xizmet dikir, di navenda antî terorîzmê ya dostaniya dewleten serbest de di operasyonên dijî terorê de ji gelek caran cîh girt? Ji bo çi gelo te xizmeta li dezgeha ewqas dijwar de hilbijart ?

Otar Nadiriyan: Belê, ji sala 1999 heta sala 2002’an serokê beşa Wezareta Ewlekariya Dewletê ya Gurcistanê bûm. Di sala 2002 de, min wek nûnerê Wazereta Ewlekariya Gurcistanê şandin Moskowê li navenda antî-terorê ya Dostaniya Dewletên Serbest ango komarên berê yên Soviyêtê.

Di sala 2003 de ez nûnerê fermî yê Wazereta Ewlekariya Gurcistanê li Federasyona Rûsyayê û Ukrainaye bûm. Ji sala 2004 heta wan salên dawiyê, ez cîgirê rêvebirê Buroya Kordînasyona Têkoşîna li Dijî Sûcên Organîze kirî ya Dostaniya Dewleten Serbest bûm.

Bêlla Stûrkî: Birêz "Otar" cenabê te di sala 2006an de bi fermana serokkomarê Gurcistanê xelata rumetê wergirt. Ev xeleta herî bilinde li Gurcistanê ye. Di dema karûbarê xwe de, cenabê te (34) caran bi medalyayên yên welatên Dostaniya Dewletên Serbest ( komarên berê yên Yekîtiya Sovyetê) hatî xelat kirin. Ez dizanim ku tu hez nakî li ser van mijaran biaxivî, ez te bi dil pîroz dikim. Kîjan xelat ber dilê te şîrîn e?

Otar Nadiryan: Spas Bêlla xanim. Her xelat bi hin perçeyên jiyana min ve girêdayî ye.

Bêlla Stûrkî: Birêz Otar dibê bê gotin, bi alîkariya cenabê te, gelek ciwanên me keç û xortên kurd îro di Wezareta Karên Navxweyî de xizmetê dikin. Yek ji wan ciwanan jî zavayê min bû. Mala te ava kek Otar, mînakên wisa gelekin. Di vê derbarê de tu çi dikarî bêjî?

Otar Nadriyan: Ciwanên me pir jêhatî ne, ez pir kêfxweş im ku ew bi saya karê xwe, rêz û baweriya hevalkarên xwe heq dikin. Bawer bikin ez bextewarim kengê pesnê wan didin, mîna ku pesnê zarokên min bi xwe bidin.

Bêlla Stûrkî: Birêz Otar, tu li karê xwe de geleki mijûli, lê dîsa jî cenabê te bi awayekî aktîf beşdarî jiyana giştî ya gelê xwe dibe?Ji kerema xwe re behsa çalakiyên xwe yên di vî warî de ji me re bike?

Otar Nadiryan: Ez ji gelê xwe hez dikim, her dem bi qasî ku ez dikarim beşdarî jiyana civaka me dibim. Ji dema damezrandina “Yekîtiya Êzdiyan li Gurcistanê”, ji salên 90î bi awayekî aktîf me hevkariyê dikir û hemû alîkariyan pêşkêşî yekîtiyê dikir. Û îro jî ez bi Komeleya Kurdên Gurcistanê "Ronahî" re ji nêz ve hevkariyê dikim.

Bêlla Stûrkî: Divê bê gotin ku di sala 2003 de, piştî şoreşa Gulan li Gurcistanê (Mixail Saakashvili) hat ser desthilatê, mixabin hikûmeta nû biryara rawestandina weşana bi zimanê Kurdî da. Weşanên bi zimanê kurdî çar salan bêdeng man. Tê biriya cenabê te, min gazinê xwe li te kir, min got ji kerema xwe bibe alîkar, ku destûre bidin em dest bi weşenê bikin. Cenabê te got ezê hevil bidim. Piştî 2-3 mehan di Kanûna 2007 de, te ez û kekê (Keremê Anqosî) yê remetî teklîfî radyoye kir û mizginya destpekirina weşana radyoya kurdî kir.

Otar Nadiryan: Ez tu carî vê rojê ji bîr nakim, em gelek hestiyar bûn. Tê birya min em bi hev re rûniştin û li ser formata bernameyan nîqaş kirin, heta em bi hev re navê bernameya Ronkayî jî anîn ziman. Ez dizanim te gelek zehmetî dîtin ji bo ji nûve destpekirina weşanan. Bi vê yekê cenabê te diyariyek giranbaha da gelê xwe.

Bêlla Stûrkî: Dest û dilê te sax bin kek Otar. Spas ji bo keda te.

Otar Nadiryan: Bêlla xanim ev berpirsiyariya min e. Spas ji bo xizmeta te jî.

Bêlla Stûrkî: Birêz Otar beriya cendekê te "Komeleya Karsaziya Navneteweyî ya Gurcî-Kurdî ya Gurcistanê" tomar kir, di demek nêzîk de hûnê prêzentasiya, ango pêşandana komeleyê bikin, çima te biryar da ku vê rêxistinê ava bikî?

Otar Nadiryan: Em di demekê de dijîn ku aborî di jiyana her mirovî de cihekî girîng digire. Berî destpêkirina karsaziyek, pir kes pirsan dipirsin ka kîjan derecê hilbijêrin, çi gerekî bizanibin, wekî perên xwe winda nekin, û meriv çawa bi aqilmendî pereyên xwe bikar bîne. Bîznesê çawa bi aqilî bimeşînin û wê rast birêve bibin, meriv çawa bîznesa xwe dest pê bike, bizanibe plana karsaziyê çî ye û meriv wê çawa binivîsîne. Çi rast e û çi xelet e? Damezirandina Komeleya Karsaziya Navneteweyî ya Gurcî-Kurdî ya Gurcistanê derfeteke mezin e, bi alîkariya dewlemendtirîn karsazên kurd ji Kurdistanê û cîhanê, ji bo anîna veberhêneran li welat û berovajî.

Xêncî wê gelek bîznesmenê me yên dilxwaz û serkeftî hene, ez ê pir kêfxweş bibim ku ew tevlî karê komeleyê bibin. Em ê alîkariya wan bikin ku mafên xwe yên qanûnî biparêzin, di heman demê de, divê ew erkên xwe jî bizanibin. Bi hev re em ê bi hêz bin ez bawer im û gelek karên qenc bikin ji bo civaka xwe.

Bella Sturki: Birez Otar, hûn çawa li hêzên pêşmerge û şervanên Kurdistanê temaşe dikin?

Otar Nadiryan; ez dixwazim rêz û silavên xwe yên ji dil ji wan pêşmerge û şervanên jibo Şingalê û jibo Kobanê liber xwe didin, ew pêşmergeyên qehreman yên jibo parastina Başûrê Kurdistanê bi canfedayî tedikoşin, pêşkêş bikim, birayên me yên dilpak em bi can û dil bi we re ne. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim.

Bêlla Stûrkî: Peyama we ji bo Kurdên Qefqasiya û Rûsyayê çiye û her weha ji bo kurdên Kurdistanê hêviyên we çine ?

Otar Nadiryan: Xeyala min a mezin, ez bawer im xeyala her welatparêzekî Kurd avakirina dewletbûna Kurd e, Kurdistaneke serbixwe ye. Ji bo bidestxistina vê armanca pîroz, beriya her tiştî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Hemû mijarên nakok wek kî ji kîjan partiyê ye, ji kîjan olî ye, bidin aliyekî. Piştî ku em dewleta xwe ava bikin, wê demê hûn dikarin nîqaşan bikin ka kî ji kîjan bawerî û kîjan partiyê ye. Li cîhanê ji 60 milyonî zêdetir Kurd hene, di dîroka tevgerên rizgariya netewî de çiqas xwîna gelê me hatiye rijandin, kurd ciqas berdêl û qurbanî dane. Ne bese gelo? ji bo bidestxistina vê armanca piroz, her Kurdek li ku derê dijî, divê ji bo gihandina vê armancê bixebite!

 Bella Sturki: Gelek spas birêz Otar ji bo bersivên cenabê te. Mala te ava. Di hemû kar û xebatên we de serkeftinên mezin ji we re dixwazim.

 Otar Nadiriyan: Spas ji te re `Bêlla xanim` û rêvebiriya rojnameya Xelat ji bo derfeta hevpeyvînê, ez bi dil serketina we dixwez im. Di gel rêz û silavan

Amadekirin: Seroka radyoya weşanên kurdî li Gurcistanê, xanim Bêlla Stûrkî

XELAT