Koma Şano ya Amedê û Azarên Gel

Koma Şano ya Amedê û Azarên Gel

Şanogerî wek qadeke hunerî li nava gelê Kurtd de wek qadên dine yên hunerî li bakûrê Kurdistanê bi pêşve diçe bi taybetî di nava keç û xortên Kurdan de.

Befrîn Emîtker jineke Kurd a bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê ye û çendîn salin li gel koma xwe ya şanoyê kar dike.

Befrîn Emîtker ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiy: 35 salin ew di ware şanoyê de karv dike û û şano giringiyekî xwe ya zêde heye bi taybetî li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê.

Berfîn diyar jî dike ku digel vekirina navenda çandî û hunerî ya Mezopotamyayê de ku çendîn şaxên wê li bajar û bajarokên Tirkiyê û Kurdistanê hene û wê di temenkî biçûk de di sala 1996`an dest bi karê hunera şano kiriye û ew gelek pê kêfxweşe.

Eşkere jî kir ku, koma şano ya Amedê komeke serbixwe ye û ji 16 kesan pêktê ku 8 jin û 9 zelamin şû pêştir di bi çavdêriya şaredariya Amedê de karên xwe kirine, lê niha serbixwe karê xwe dikin.

Amaje bi wê yekê jî kir Berfîn got; em şanogeriyên xwe taybet xwe li bajarên Tirkiyê nimayîş dikin û digel şanokarên Tirk de hemahengiyê dikin û armanca wan jî gîhandina peyama biratiyê ye di navbera netewewyên di Tirkiyê de û parastina ziman  û kultura Kurdî ye li welat bi giştî.

Befrîn rola derhênera şanoyê dibîne di nava komê de û wek şanoger jî dilîze û rola xwe jî dibîne. Berfîn dibêje; wê beşdarî di gelek festîvalên şanoyî de kiriye wek festîvala şano li Seqiz û Amed û çendîn bajarên dine û xelata baştirîn jin a şanoyî ya bakûrê Kurdistanê wergirtiye.

Befrîn Emîtker got: armanca wê ya serekî pêşxistina şanoya Kurdî ye û pêşxistina doza jinane di hemû warên jiyanê de û bi taybetî di şano de û cihê dilxweşiyê ye ku niha li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî ew rolek gelek giring di şanoiyê de dilîzin û zêdetir em role didin jinê di qada hunerî de û zêdetir karê derhênanê ji bo jinan dikim.

Di dawiya gotina xwe de Befrîn Emîtker dibêje: Şano nasnameyeke civakî ye bi taybetî niha pir giringe miletê kurd ku xwediyê ziman û kultur û dîroka xwe ye bi rêya hunera şano zêdetir me hay ji paşeroj û pêşeroja me heb û em biparêzin.

Berfîn xanim got jî, peyama wan ya herî mezin ewe ku şanogeriyên xwe bi zimanê Kurdî nimayîş dikin ew jî ji bo parastina zimanê dayîkê ye li bakûrê Kurdistanê û deverên din ên Tirkiyê.

Derhênera Şanoyê: Befrîn Emîtker

Kurdistanî Nwê / Pîran Şemzînî

 XELAT