Rojava- Pêşeroja Kurd li Sûriye

Serokê Tevgera Xwebun Ebdulbaqî Yûsif, roja Çarşemê 10/12/2025 ji Îspaniyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Ebdulbaqî Yûsif, ragihand ku piştî salekê ji ruxana rêjîma Esed, hikûmeta veguhêz a Şamê heta niha çi guhertinek cidî nekiriye û berdewame li ser siyaseta rêjîma berê.

Her weha Serokê Tevgera Xwebun Ebdulbaqî Yûsif bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ji bo pêşeroja Kurd li Sûriyeyê wekî hevpeymaniyeke mezin ya hevpeymaniya navdewletî ku divê rolek xwe ya serekî hebe di Sûriyeya nû de û tekez kir ku HSDê hêza hemû pêkhateyane li Sûriyeyê.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT