Antolojiya Êşên Jinan
(Laleşa Ûsiv) jineke destrengîn a xelka bajarê Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanêye û yek ji nivîskarên pirtûka (Antolojiya êş û azarên jinên Kurd e, ku tê de bîst jinên Kurd ji çar aliyên Kurdistanê çîrokên xwe û jinan bi şêweyên xwe vedibêjin.
Laleşa Ûsiv ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: "Pirtûka Antolojiya êşên jinan, çîrokên 20 jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê cih digirin û 20 jinan tê de beşdar bûne. Di pirtûkê de çîrokên baweriyên jinan, zextên mêran ên li ser hevserên xwe, azadiya jinê, şer û jiyanê û gelek çîrokên cuda yên ku her roj jin pê re rû bi rû dimînin, hene."
Got jî: "Armanca me ji nivîsandina vê pirtûkê ew e ku em van jinan di yek projeyekê de bînin cem hev û nivîsên xwe binivîsin û cihê xwe di wêjeya kurdî de bigirin".
Laleşa Ûsiv weha pêde çû û got: "Armanceke din a vê xebatê jî nêzîkkirina van jinan e ku ji bo xizmeta giştî ji jinên Kurdistanê re nêzî çalakiyên xwe bibin û ji pêngavên hevûdu yên rojane haydar bin ji bo bi giştî xizmetkirina jinên Kurdistanê . Ev pirtûk mînaka yekemîn a çîrokên bîst jinên kurd e ku bi hev re hatine çapkirin û belavkirin."
Behsa wê yekê jî kir û got: "Nivîsandin, bi taybetî ji bo jinan, azadiya tekez dide jinan û dihêle ku ew bi pênûsa xwe wekî çekek maf û baweriyên xwe biparêzin. Bi dîtina min pênûs ji bo jinên Kurdistanî baştirîn bijare ye ku pêş bikeve û xuya bibin."
Antolojiya êşên jinan ji 180 rûpelan pêk tê û bi alfabeya kurdî-latînî hatiye çap û belavkirin.
XELAT
