Peymana Lozanê bîranînek reşe di dîroka Gelê Kurd de

Peymana Lozanê bîranînek reşe di dîroka Gelê Kurd de

Bernama Rojava ya ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji aliyê mamosta Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin li ser 100 saliya peymana Lozanê bû, her weha li ser pirsa gelo di 100 saliya bê de çarenivîsa Kurd wê çibe? Ji Amerîka zana û siyasetmedarê Kurd Dr. Rifaî Hemo û ji Almanya siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Selah Musa mêvanê bernameyê bûn.

Di serî de Dr. Refayî Hemo ji Waşîntonê axivî û got: Lozan bîranîneke reşe di dîroka gelê Kurd de heta niha gelê me û heta rewşenbîran bi awayekî rast li ser Lozanê ranewestiyane. Lozan bajarokek ji bajarokên Parîsê ye ku têde lihevkirina di navbera Brîtanya û Fransayê de û hin welatên dinê de çêbû ku li ser daxwaza dewleta Osmanî bûye.

Dr. Refayî Hemo diyar jî kir ku, Lozan lihevkirinek (tifaqek) bû ne peymane çûnkî peyman di navbera dewletan de çê dibe di çarçoveya peymana Netewên Yekbûyî (UN) de yan jî Encûmena Asayîşa Navdewletî de. li hemberî vê lihevkirinê (Tifaqa) navbera wan welatan de xelkê me gelekî bi kêmasî bû bi taybet rewşenbîr û mafnasên me ku nekarîn mesele ji hev cûda bikirana gelo ew lihevkirin bûye yan peyman bûye. Ez mirovekî qanûnî nînim lê belê ezê li ser vê mijarê bisekinim di wê lihevkirinê de Kurd ne alî bûn û têde amade nebûn me dikarî em wê lihevkirinê red bikin û qebûl nekin û heta hilweşînin di dema xwe de, çûnkî temenê lihevkirinan ne 100 salin belkû peymanên navnetewî temenê xwe 100 salin û piştî sed sal hildiweşin.

Di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku, ji ber kêmbûna zanebûn û li ba me gelê Kurd bi giştî her weha kêmasiyên siyasetmedarên me nekarîn wê lihevkirinê red bikin, eve sed sal li ser rewşa xembar û reş derbas dibin dîrokek tejî zulm û zordarî li ser gele me hate pêkanîn. Ji kuştin heta wêrankirin û komkujî û guhertinên dîmografî. Tirkiyê hin bendên din dixwestin di civîna Lozanê de ji Mîsaqî- Millî zêdetir û îro jî Erdogan bi aşkira dibêje ku piştî 100 sal ji Lozanê wê bi karên din rabe bi pratîkî jî wê karê xwe dike .li gor hin bendên veşartî yên civîna Lozanê, Tirkiyê daxwaza nexşeyek nû kiribû ku ji Deryayê Sipî destpê dike wate ji Efrînê û heta Kerkûkê wate hemû bakûrê Sûriyê û Êraqê dixwaze bigre nav sînorên xwe.

Dr. Refaî Hemo daxwaz kir ku ji bo ku Lozanek din çênebe divê gelê Kurd li pêş hemû perlemanên welatên cîhanê protestoya Lozanê bikin her weha li hemberî dadgeha navdewletî yên ser bi Netewên Yekbûyî li hemû welatan bi cûda û her weha daxwaz ji wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê jî kir  ku raporekê li ser peymana Lozanê pêşkêşî Netewên Yekbûyî bike û daxwaza çareserkirina doza gelê Kurd bike. Ji ber ku heta niha welatên Ewropa pirsa Kurdan bi pirseke navxweyî li gel hikûmetên wan welatên serdest liser Kurdistanê dizane. Wate pirsgirêka Kurd li gel Tirkiyê, Îran û Sûriyê û heta bi Êraqê re dibîne , lê bi rastî ne wehaye çûnkî ev dewlet demokrasî têde tune ye û dagîrkerin li ser Kurdistanê jiber vê sedemê jî tekoşîna Kurdan rewatiya navnetewî wernegirtiye û doza Kurd nebûye navdewletî.

Siyasetmedar û  rewşenbîrê Dêrîn yê Kurd Selah Musa jî ku di heman demê de dostê serok Mam Celal bûye ji Almanya beşdarî bernama Rojava bû di derbarê peymana Lozanê de got, Piştî hilweşîna dewleta Osmanî dewletên xwedî hejmûn qedera welatên Rojhilata Navîn diyar kirin. Li gorî bendên peymana Sîverê ya 62,63,64`ê mafê gelê Kurd hate naskirin û divyabû di nava 2 salan de hilbijartin bên kirin û serxwebûna Kurdistanê bê ragihandinê lê Kemalîstên hatin ser desthilata Tirkiyê peywendiyên xwe bi wan welatan re xort kirin û bi peymana Lozanê xebata gelê Kurd vala derxistin.

Selah Musa diyar jî kir, dewleta Tirkiyê heta niha jî ji peymana Lozanê ne raziye ji ber ku hemû mafên Tirkiyeyê nehatiye dayîn ku armanca Tirkiyê ew bû ku nexşeya xwe ji deryayê Spî ji Efrîn û heta Helebê bikşîne heta bi Kerkûkê. Gelê Kud îro seferberlîk li hemû cîhanê ragihandiye û êdî çi peymanan qebûl nake û daxwaza rastkirina şaşîtiya hatiye kirin dike lê mixabin Kurd dibine qurbanê peywendiyên aborî û siyasî yê welatan.

Selah Musa amaje bi wê yekê jî kir ku, piştî Lozanê serhildanên gelê Kurd berdewam bûn ji Simkoyê Şikak li Rojhilatê Kurdistanê û heya Şêx Mehmûd Hefîd li Silêmaniyê û Îhsan Nurî Paşa û Şêx Seîd û Seyid Riza li Bakûrê Kurdistanê , li hemberî wê dijminê gelê Kurd komkujî pêkanîn. Jiber wê jî gelê Kurd û aliyên siyasî rê nedin Lozaneka din li ser Kurdan were encamdanê wekî ku li Efrînê çêbûyî û divê Kurd di bin sêwana kongira netewî de bicivin û dev ji nakokiyên xwe berdin.

Li ser pirsa mamosta Hozan Efrînî (gelo Efrîn wê weha bimîne û dê çarenivîsa wê ji niha û pêve çawa be? Dr. Rifaî Hemo got: Ez ji Efrînê me, ez dibînim ku doza Efrînê êdî ne tenê dozeke Kurdî ye belku bûye pirseke navdewletî û ji kevin de ji 2001`an ve proje hebûn û me hin nexşe dîtin ku heta Efrîn di nava nexşeya Kurdistanê de nebû, jiber wê Efrîn hate frotin. Ew yek jî aşkira kir ku, cihê Efrînê gelek stratejîke jiber ku dighêje deryayê û li her çar perçeyên Kurdistanê tenê li Efrînê wek deriyeke ji cîhanê re ye û mercek bihêze jibo avakirina dewleta Kurdî bo vê yekê jî hemû dewletên dagîrker yên li ser Kurdistanê li ser pirsa Efrînê hemfikir bûn. Niha jî demografiya wê jî diguherin. Her çend em dibêjin ku gelê Kurd ne mîna berê ye lê dijminê me jî ne wek berê ye di warê pêşketina teknolojî  peywendiyên xwe de di astek bilind de ne.

Dr.Refaî Hemo tekez kir ku, li gorî peywendiyên wan bi navendên biryarê li Waşîntonê, Efrîn weha namîne û gelek belge radestî cihên biryarê kirine bi navê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û bang li cihên peywendîdar kirine li Amerîka bi rêya Peymangeha Waşînton û peymangeha Kisîncer bi awayekî qanûnî li gor yasayên Amerîka û daxwaz kirine ku tu aswarên Lozanê nemînin.

Mamosta Selah Musa jî di dawiya axaftina xwe de, da zanîn ku pêwîstiya Kurdan bi hêzeke aborî û leşkerî heye li Rojava û Başûrê Kurdistanê û divê em armancên xwe bixin yek û li derdora Kurdistanê kom bibin û pişta xwe bidin hêza xwe ya leşkerî û dîplomasî çûnkî eger Kurd nebin yek pêşeroja me ber bi tunebûnê ve dê biçe, her weha axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan û divê em destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Sekoya Kurmancî