Romana Gelawêj xanimê bi merasîmekê hat nasandin
Roja 28/10/2025 li bajarê Silêmaniyê, Borda malpera Gelawêj xanimê û mûzexaneya Şêrko Bêkes û bi hevkariya kenala Kurdsatê merasîma belavkirin û nasandina çapa nû ya romana efsaneya (Kelî Nawgerdan) ya Gelawêj xanê organîze kirin.
Merasîm bi amadebûna hêjmarek ji mamostayên zanîngehê û ronakbîr û nivîskar û pisporên di ware wêjeya zarokan amadebûn û çapa nû ya romana zarokan (Kelî Nawgerdan) ya Gelawêj xanê li ser mîvanan dat belav kirin.
Gelawêj Salih Fetah, ku wekî Gelawêj Xan jî tê nasîn, di sala 1930an de li Mûsilê jidayîk bûye, ji malbata serkirdeyê siyasî yê Kurd ê rehmetî Îbrahîm Ehmed e. Bavê Gelawêjxanê ji xelkê Zaxoyê ye û endamê eşîra Qoçabegê ye ku hozeke kevnar a bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê Devera Wanê bûye.







XELAT
