Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû nasand

 Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû nasand

Nivîskarê Kurd Firat Cewerî pirtûka xwe ya ku ji nameyên 13 kesayetiyên navdar ên Kurd pêktê da nasandinê.

Firat Cewerî li ser rûpela xwe ya Facbooka di wê derbarê de dibêje: Bi minasebeta kitêba min ya nameyan bi amadekariya Kitêbxaneya kurdî em li kitêbxaneya min ya binerd civiyan. Kitêb ji nameyên 13 kesayetiyên navdar pêk tê ku her sêzdehan jî ji nav me koç kirine.

Nameyên pêşî ên Qanatê Kurdo ne, sala 1983an ji Sovyetê ji min re hatine. Sala 1984an nameyên Nûredîn Zaza ji min re ji Swîsreyê hatine. 13 kesayetiyên ku kedeke mezin di ber ziman û edebiyata me de dane bi nameyên xwe dilê min şa kirine û kirine ku ez hemû jiyana xwe di ber ziman û edebiyata kurdî de bibuhurînim. Ez li ser nameyan û pêwendiyên bi wan kesayetiyan re peyivîm.

Her weha Firat Cewerî diyar kiriye ku, kitêbxane tije mirovên hêja bûbûn ji nivîskar, wergêr, hunermend, rojnamevan, parlamenter, serokên komele û dezgehan û kanalên televizyonan. Gelek ji wan bi baqên gulan û diyariyan hatibûn.

XELAT