Rewşan - Hoy Nînar
Hunermenda Kurd (Rewşan) strana Hoy Nînar ya stranbêjê kurd Fêkoyê Miraz ku di radyoya Yêrîvanê de straye li konserta xwe li bajarê Stenbolê bi stayla xwe ya taybet pêşkêş kir .....
HOY NÎNAR
Carek çûme Helebê
Du car çûme Helebê
Bazar kir şimika yarê
Şimika yarê biçûk bû
Linga hara qet nebû
Hoy nînar, hoy nînar
Harîna nînar har nînar
We çûme Diyarbekir
Min anî hepût şekir
Min girt yara bela kir
Min heram be tam nekir
Bazara şimikê wê kir
Şimik linga hara bû
Hoy nînar, hoy nînar
Harîna nînar har nînar
Heckê nebê bimbarek
Li serde hilşê dîwarek
Pê vede tîremarek
Pê vede tîremarek
Hoy nînar, hoy nînar
Harîna nînar har nînar
Her baxo, baxo, baxo
Baxê me yê jebeş e
Jebeş bû sed û şeş e
Keçik yek e çavreş e
Para lawikê keleş e
Para lawikê keleş e
Hoy nînar, hoy nînar
Harîna nînar har nînar
Xelat
