Tevahî berhemên Gelawêj Xanimê li ber destê xwendevanan e

Tevahî berhemên Gelawêj Xanimê li ber destê xwendevanan e

Hemû berhemên wêjeyî û çandî yên Gelawêj Xanimê ku ji (24) roman, çîrok, kurteçîrok, novlêt, bîranîn û wêjeya zarokan û wergerên wê, bi formata (pdf) li ser malpera (galawezh.com)-ê hene.  Xwendevan, nivîskar, akademîsyen û lêkolîner dikarin wan bê pere daxînin û ji wan sûd werbigirin.

Ev kare ji aliyekî ve derfeteke guncawe ji bo xwendevanan taku ji nêz ve van berheman bixwînin û ji aliyê din ve li ser van berheman nêzîn û têbînî û şîrove û lêkolînên xwe bikin.

Giringîdan bi têgînên vegotinê yên Gelawêj me bi temamî ji rastiyên civakê bi taybetî di warê siyasî, rewşenbîrî, derûnî û sosyolojîkî ve me nêzîk dike. Di heman demê de, ew dergehek bi enerjî ye ji bo pozîsyona wêjeya femînîzim di nava wêjeya kurdî de. Bê şik wêjeya hemdem bêyî pîvanên vegotinê bi tevahî bêhevseng be.

Wêjeya (Edebiyata) Gelawêj tomareke ontolojîk a demî ya bûyerêne di civaka kurdî de, giringîdan bi wê tomarê giringîdane bi nasnameya dîrokî ya hemdem a Kurdiye di hemû waran de ye eve jî erkê hemû aliyane bi bê cudahiya Ramanan.

 Berhemên wêjeyî yên Gelawêj Xanimê pêktên ji:

  • Bîranînên min yên qet neyên jibîrkirin - Beşa Yekem/ Kurdî- Soranî
  • Bîranînên min yên qet neyên jibîrkirin - Beşa Duyem/ Kurdî- Soranî
  • Berev Şikefta Mêrxasan- Cîldê Yekem / Kurdî- Soranî
  • Berev Şikefta Mêrxasan - Cîldê Duyem/ Kurdî- Soranî
  • Berev Şikefta Mêrxasan - Cîldê Sêyem / Kurdî- Soranî
  • Kareker - Novlêt/ Kurdî- Soranî
  • Dayîk Kur- Roman/ Kurdî- Soranî
  • Rêwîyekî Gerok/ Kurdî- Soranî
  • Efsaneya gelê çiyan, çîrokên folklorî ji bo zarokan / Kurdî- Soranî
  • Li ser baskên Simrx- Roman/ Kurdî- Soranî
  • Bûka Ate Xan – Çîrok/ Kurdî- Soranî
  • Rêwîtiya Kurdistan – Çîrok/ Kurdî- Soranî
  • Sê kurteçîrok ji bo zarokan/ Kurdî- Soranî
  • Dozên Îdarî - Ezîz Nasîn – Werger/ Kurdî- Soranî
  • Kulîlkên payîz û biharê/ Kurdî- Soranî
  • Rûpelên ji otobiyografiyê/ Bi Erebî
  • Cîhan Daristane/ bi Erebî
  • Efsaneya Kilî Nawkirdan / Bi Erebî
  • Çîrokên ji bo zarokan/ Bi Erebî
  • Nehwa Kehf El-Şuca'an / Bi Erebî
  • Kna Ataxan/ Bi Erebî
  • Xizmetkar/ Bi Erebî
  • Dayîk û Kur / Bi Erebî

XELAT