Pirtûka “Bi Kurtî” a Hêro xanimê bi merasîmekê hat nasandin
Gotarên Hêro Îbrahîm Ehmed di du beşan de bi navê “Bi Kurtî” ku hemû gotarên ku di kovara Xak de hatine weşandin û girêdayî qonaxên têkoşîna çiya û piştî serhildanê ne, hat nasandin û belavkirin.
Pirtûka Hêro Îbrahîm Ehmed a bi navê “Bi kurtî” roja 13/2/2025 bi merasîmeke berfereh û mezin li otêla Ramada ya bajarê Silêmaniyê birêveçû. Gotarên Hêro xanê ku di XELAT quncika kovara Xak de hatine weşandin, ji aliyê dîrokî, civakî, siyasî, rexneyî û rêveberiyê ve tê de li xwe digre.
Berpirsê borda Ragihandinê ya YNK'ê (Letîf Nêrweyî) di wê rêûresmê de axivî û got: "Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê. Beşa yekem li ser xebata çiya ye, ku bûyer wek xwe anîne ziman, beşa duyem li ser qonaxa piştî serhildanê ye, ku piraniya gotaran nîv-proje ne, behsa pirsgirêkan û pêşkêşkirina çareseriyan dikin.
Ako Xerîb di pêşgotina pirtûkê de wiha gotiye: “Me bi erkê xwe zanî ku em hemû gotarên ku ji aliyê xanim Hêro ve di kovara Xak de hatine weşandin kom bikin û di du beşan vê pirtûkê de pêşkêşî xwendevanan bikin û pêşkêşî xwîneran û navendên çandê bikin.”
Ako Xerîb di nivîsa xwe de dibêje: “Ev gotar ji bilî ku nêrînên wê yên taybet bi xwe ne, lê wekî ku ji bo îro hatine nivîsandin watedarin."






XELAT
