Navenda Revenda Kurdistanî ahengek îmzekirina pirtûkan lidarxist

Navenda Revenda Kurdistanî ahengek îmzekirina pirtûkan lidarxist

Roja şemiyê 12.07.2025 Navenda revenda Kurdistanî ahengek îmzekirina pirtûkan lidarxist.

Ji nivîskarên kurd Xorşîd Şozî, yehya Silo û Emmar Mûsa. Pirtûkên hemî nivîskaran ji aliyê rexnegir Rêber Hebûn hatibû nirxandin.

Serokê Navenda Revenda Kurdistanî peyvek da têde qala girîngiya nivîsandinê li ser jiyana civakê kiribû herwiha pêdiviya hevgirtina civaka Kurdî li derve .

Peyva rêxistina Rûdoz ji aliyê Nejah Hêvo hatibû xwendin têde tekes kir li ser kar û xebatên revendê li bajarê Düsseldorfê û xwedîderketinê li ser çalakiyên wê ji aliyê civakê ve.

Aheng bi pirs, têbînî û axaftinên beşdaran bi dawî bû.

XELAT