Bîreweriyên "Mam Li Şam" bi deng tên weşandin

Bîreweriyên "Mam Li Şam" bi deng tên weşandin

Mam Li ŞAM, behsa dîroka nebihîstî û ya pir şanazî û birumet ya rewanşad (Mam Celal Talebanî) û hewl, xebat, tekoşîn û rola wî ji salên 1950`an û şûnve dike.

Mam li Şam, behsa serhildana bizava Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û damezrandina yekemîn partiya Kurdî li ew parçeyê Kurdistanê dike.

Pirtûka "Mam Li Şam" ji nivîsîna nivîskar (Elî Şemdîn) û wergêrana Goran Fethî ye bo zaravayê Soranî ku bi 50 xelekan rojane wê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê were weşandin. 

Xelekên gotarên "Mam Li Şam" bi zaravayê Kurmancî jî li ser malpera Xelatê (xelat.org) hatiye weşandin û hûn dikarin bixwînin , her weha wê di dema pêş de jî bi awayê 3`ê pirtûkan bi erebî û herdu zaravayên Kurdî (Kurmancî – Soranî) were çapkirin. 

XELAT