Li Silêmaniyê pirtûka Qadir Bûyûkkaya hate îmza kirin

Li Silêmaniyê pirtûka Qadir Bûyûkkaya hate îmza kirin

Yekîtiya Nivîskarên Kurd şaxê Silêmaniyê, roja pêncşemê 7\3\2024 merasîmek jibo nasandin û îmzakirina pirtûka (Qadir Bûyûkkaya) nivîskar û hozanvanê Kurd yê Bakûrê Kurdistanê organîze kir.

Ew pirtûk bi navûnîşana (Aliyekî min Silêmanî û Aliyê din Helebçe) ku nivîskara Kurd Şino Remzî Hîranî ji zimanê Tirkî wergerandiye ser zimanê Kurdî şêwezara Soranî û pêdaçûna zimanî ji aliyê mamosta (Serdar Fetah Emîn) hatiye kirim.

Nivîskar Qadir Bûyûkkaya diyar kir ku ,di wê pirtûkê de behsa geşteka xwe ya Silêmaniyê û Helebçe dike ku di salên 2014-2015 `an ew geşte kiriye û navên wan deveran aniye ziman,

Nivîskar ew yek jî aşkira kir ku, xwestiye bi wê pirtûkê herdû deverên Kurdistanê bi xelkê bakûrê Kurdistanê bide nasîn û peywendiyek di navbera Zaza, Kurmanc û Soran de çêbibe di warê çandî û kulturî û dîrokî de.

Şandeke Sekoya Kurmancî ku ji mamosta (Hozan Efrînî) Sernivîserê rojname û malpera Xelatê û cîgirê wî (Dawûd Çîçek) di merasîmê de amadebûn.

Foto: Bextiyar Elî

XELAT