Mikaîl Aslan - Oguz Aksaç - Na dirbete mi der a

Hunermendê Kurd yê Zaza (Mikaîl Aslan) digel hunermend Oguz Aksaç stranek nû bi navê  (Na dirbete mi der a) ku bi zaravayê zazkî (Dimilî) weşandine.

Hunermend (Mikaîl Aslan) sala 1972 li Dêrsim-Xozatê, li gundê Tawûxê hatîye dinê. Di temenê deh-salîyê da, digel malbata xwe çû Qeyserîyê. Li sala 1991ê li Zanîngeha Meletîyê dest bi xwandina xwe li pişka matematîkê kir, lê ji ber çalakîyên sîyasî xwandina xwe neqedand. Wî digel hindek ji hunermendên dî yên kurd koma muzîkê ya Munzurê ava kir û CDîyeka stranan tomar kir.

 (Mikaîl Aslan) li sala 1994ê mişextî welatê Almanyayê bû. Ew li Almanyayê jî li ser hunerê xwe berdewam bû. di sala 1999ê de albûma xwe ya pêşîn, Agerayîs, bi kirmackî weşand. Paşî ew bû maraqdarê muzîka caz, û digel (Dieter Schmalzried û Michael Weil) Koma Mikail Aslan ava kir. Wî li sala 2001ê, li Konserwatura Peter Cornelius ya Maynzê dest bi xwandina gîtar û saksofonê kir, û li sala 2005ê xwandina xwe qedand. 

(Mikaîl Aslan) li sala 2003ê, albûma xwe bi zarê kirmanckî weşand. Hunermendê kurd Ehmed Aslan jî di wê albûmê da digel wî ye. Bi ser mijûlbûna bi strana kurdî ra, wî ji bo du belgefilmên li ser Anadolê ji bo televizyoyên Almanyayê jî muzîk çêkir. Wî li 2005ê albûma Mirazê weşand.

 (Mikaîl Aslan)  stranên xwe pirranî bi zarê kirmanckî dibêje, lê stranên wî yên bi Kurmancî û tirkî jî hene.

Jêder: Wîkîpediya

XELAT