WELAT
Helbest: Zekeriya Dawud
Buhar e xweş û şîn e
Kevok e dil perwîn e
Li ba dil pir şêrîn e
Navê wê can evîn e
Nazik û nazerîn e
Biskan li hev datîne
Çav kildayî û xemlîne
Navê wê can evîn e
Bejin û bala vejîn e
Dest di nav deste birî
Bendewar û rêwîn e
Navê wê can Efrîn e
Evîna Mem û Zîn e
Nav Ferhad û Şêrîn e
Gula her siruştî ne
Firîşta bihuştî ne
Keça rindik arîn e
Çend deriya hiltîne
Vîna çem û kanî ne
Kurdistan e nav evîn e.
Sekoya Kurmancî
