TARÎ TERM E
Helbestvan: Merwan Berekat
Girê êşan li ser pişta min e. Pişta çiya xûz nabe, ez ber bi armanca xwe gav dikim. Rawestandin destpêka têkçûnê ye.
Pêl e
Bahoz e
Dem xwe radikşîne taviliya gera xwe
Zûgotinokên min jê re dibin likumandin
Rê ne paldana gavên min in
Ez çavên bêdengiya sibeha ducanî me
Qeflek hêvî li pêş min in
Karwanek giyan ber bi royê de difire
Keziyên keçên Kurdan ronahî ne
Gur û gurik pir in
Ez pêle termê tariyê dikim
Bi baranê re dibim helbesta jiyanê
Şeşevokên kuştinê ne
Kundên qûçik û şikêrên herifî ne
Kurbayekî tûj e
Deng stûr in
Felek li girêka sor sêr dike
Ez ne payîza dilzer im
Min şevereşk avêtine gora qedera wan
Bi bayê berî baranê re
Dibim awazên jiyanê.
Efrîn: 29. 12. 2023
XELAT