RABIN HOLÊ

RABIN HOLÊ

Helbestvan: Siltana Memê

 

RABIN HOLÊ

Sal û zeman timê rêwî,

Pişt xwe hîştin rojên sêwî,

Dûrva tev min, kel digirîn,

Li ser dil bûn keder, birîn.

Hezaran pirs, man bê bersiv,

Wê çawa be, halê meriv,

Xas li me çûn, xam dimînin,

Fikrên zêrîn bawar nînin.

Didime dû , wan Siwaran,

Vegerînim hest û zaran,

Şîretê çê Kal û Bava,

Bila bijîn her dem, gava.

Pêşeroj tê, bi pê merde,

Em lê nebin kul û derde,

Rabin holê, xûşk û bira,

Îmana xwe bibin çira.

 

10.02.2025s

************

EVÎNA TE

Dikim gazî, çima ber bı min nayê,

Bext, mirazî, xilazke ji tenayê,

Teyrê bazî, perwaz bide tev bah yê,

Bibe yazî, gulekim nav xweza yê.

Evîna te, pir kedere, hestîhêr,

Hesreta te, hest daye ber xencer, kêr.

Gumana te, sebra dile, berbihêr,

Tim benda te, belki vekî dergê xêr.

Bê hiş sewda, ketim agrê wê vînê,

Çev min kilda, hêvîdarim şevînê,

Didem sonda, ne bawarî evînê,

Eşqa dil da, êş û kerba min dînê.

Xewa şeva, qet nakeve çevên reş,

Her dem, gava fikrên min da dêmên geş,

Bêhn-gulava ciwanya can, nabe xweş,

Diçim ava, li min daket şevereş.

 

06.02.2025s

 XELAT