Jenandina Birînên Bêdeng
Helbestvan:Merwan Berekat
Jenandina Birînên Bêdeng
Ew ne hilma deryayê ye
Giriyê birînekê dibore
Li wir
Stranên dayîkan tên nişkekuştin
Li vê derê
Peyvên min dişewitin
Li wir û vir
Pêjna me lîstoka êşan e
Yek, dudu, sisê
Dil û giyan birîna çarê gotir nakin
Ew ne birûsk in
Birînên me dijenin
Hespê hawaran jî, em ji ser pişta xwe êxistin
Xewnên me li pey me dikulin
Em li siha hêviyên xwe dilkumin
Li ser darbesta kul û xeman
Em bi girnijîna zarokan zîndî mane
Xwezî baran ne dereng be
Efrîn: 08. 10. 2024
XELAT