SEKİNÎ YE!
Helbest: Dîlan Maku
SEKİNÎ YE!
Sekinî ye dinê ya min,
Aramî darzî dilê min,
Cîya banî tev vebibûn
Şe dikin kezî biskê min,
Mij û dûman tev bû bihêşt,
Perperîk,çûk tev hatin piṣt,
Ew bûn dadwerê reyîsî,
Rihê min xweş bû l'nav sirûşt,
Dar, dirî bûn pênûsa min,
Lê pirsîn êş azarê min,
Tewanbar yê pir rû reşe,
Dilerize l' ber dewa min,
Mexseta min kîn û rike,
Ne bi pere ne bi zike ,
Him bi jorê him bi jêre,
Xwdî şalo şapik bi gilke,
Sekinî ye azarê min,
Deng awaz şalûlê min
Pervaz didin guleng baz
Sayî dibe esmanê min,
Dîlan d'gere li ber çeva,
Ne bi bûkê ne bi zava,
Pir bahahe li ber dila,
Xêlîya sê reng ya b'teva,
XELAT