MA GELO VÊ CARÊ RAST E
Helbestvan: Abdurrahim İnanç
Failatun failatun failatun failun
Ez bi vî derdî nikarim pê ketim halek xirab
Per şikestî zarezar im ma ne bes ev izdirab
Carekê perdê hilînin da binêrim gerdenê;
Dermanê derdêm tunînin ger nebînim, mahitab
Ez birîndar û e’lîl im, min dewa dîna te ye
Rehmi kun ey nazenînim, bes bikin hêdî şitab
Xelq u alem tev bi coş in, dil xwurûşin, çendi sal
Hêstirên çavêm di boş in, lew di dil min îltihab
Tali’ê min dest neda min lew ketim derya xema
Keştiya min jî şikestî, pêl û mewcên, bê hisab
Carekê gel min bikî weslê hebîba çav xezal
Firqetê ebter kirim lew, eyş û nûşim bû serab
Bûye fesla nûbiharê her teref mêrg û çemen
Herkesê tê, gel didarê, dilberê red da cewab
Ey nesîmê subheyê çaxê ku çûyî kûyi yar
Erz û halê min bibêjin wê bibit e’ynî sewab
Ez bi giryan û fîxan im roniya çavêm nema
Da bikim kil bonê çava hûn bînin mistek turab
“Behmurî “ hudhud dianî xweş selamên dilberê
Ma gelo vê carê rast e? Yan dibit xewnek di xwab
23/01/2025 Cizîr
XELAT
