HER BÊNESÎB Û BEXTREŞ IM
Helbestvan: Baqî Berûkî
Pêlewaz: //-/ //-/
Her bênesîb û bextreş im
Xelkno werin halim bibîn
Mêlak ji pêta ateş im
Hawar werin halim bibîn.
Derdan ji nû da ser dil e
Barek giran da ser mil e
Dîlber ji min îro sil e
Cîran werin halim bibîn.
Ew dîlbera rûtaveheyv
Carek bi minra nake peyv
Lewra dinalim sal û heyv
Dostno werin halim bibîn.
Ew nazika narîn şebab
Min dil ji hesret kir kebab
Tîrin li dil nayên tebab
Heyho werin halim bibîn.
Ew dîlbera rû wek qemer
Navteng zirav zêrîn kemer
Wê daye pişta min semer
Kesno werin halim bibîn.
Min dî ji wê mihnet gelek
Ew dîlbera horî melek
Her çep gera çerxa felek
Lazim werin halim bibîn.
Çavên belek find û çira
"Baqî" ji bo wê ket sira
Lewmê nekin dost û bira
Carek werin halim bibîn.
Berûk: Sêrt.
XELAT