JÎYANIM EZ
Helbest: Siltana Memê
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku bistrêm ez?
Min got:-Dizanî, kêf û dîlanim, kulam tembûrim, saz-awazim ez!
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku hez bikim ez?
Min got:- Dizanî, surra Mem, Zînim, hub û muhbetim, eşq-evînim ez!
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku bêhn bikim ez?
Min got:- Dizanî, vejîn-adarim, nîsan, gulanim, gul-baharim ez!
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku rizgarkim ez,
Min got:- Dizanî, çîya, zozanim, hêlîna gelim, war-Welatim ez!
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku bîr bikim ez?
Min got:- Dzanî, rojên çûyîme, ne buhurîme, kerb, hesretim ez!
Got:- Gava dîsa, li te dibînim, çima dixwazim, ku bawarkim ez?
Min got:- Dzanî, yazî-qederim, çerx û felekim, Dîn-Îmanim ez!
Got:- Çawa bikim, te vegerînim, tu çi bixwazî, bêj, dîyarkim ez?
Min got:- Çi bêjim, çemê zêrînim, emir, jîyanim, diherikim ez
06.12.2025
Xelat
