Hevşaredara Amedê: Cegerxwîn Bandoreke Mezin Li Ser Kurdan Hişt
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê (Serra Bucak), beşdarî bîranîna Helbestvan û Nivîskarê navdarê Kurd (Cegerxwîn) kir û ragihand, Cegerxwîn bi jiyan û têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye.
Li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê bi boneya 40`emîn salvegera mirina Helbestvan û Nivîskar (Cegerxwîn) roja 2/11/2024 çalakiyeke bîranînê hat li darxistin. Hevşaredar Serra Bucak têde axivî û got: Cegerxwîn di helbestên xwe de êş û hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman. Her weha di helbestên xwe de Kurdiyeke sade, paqij û bi awayekî hêsan bi kar anî. Ev jî bû sedema pêşketina zimanê me yê Kurdî.
Bucak da zanîn jî ku ewê wek Şaredariya Mezin a Amedê piştgiriyê bidin her curê xebatên zimanî û got: Me Rêveberiya Pêşxistina Zimanî a ji bo perwerdeya zimanê Kurdî ji nû ve ava kir. Ez hêvî dikim ku em bibin hevparê vê xebata pîroz."
XELAT