OCAXÊN ÊZDAN XWE DIPARASTIN     

OCAXÊN ÊZDAN XWE DIPARASTIN     

Helbestvan: Hinara Tajdîn

 

 

Xewnên min mîna cote reş gulyê  wê Keça Kezî,

Minra bûn pira kîn, tolhildanê, Xwedê nerazî.

Zîn, mûsat kirye hespê çêye şê, surra xewnêda,

Ser perrê teyran li nav meydanê dikim cirîda.

Hişyar dimînim heya berbangê li kubra siba,

Tevî mitala rêdkevim Welat, zome û oba.

Şûnwerê mala melûl dimeşim yekê nabînim,

Dil xedar, dil kul ez difikirim çare nabînim.

Kes tûne bikim pirs û pirsyara, salix, sûlixan,

Tam û taş hilşyay, bibûn kelefe kozyên wan berxan.

Ne semerê mîya, ne garan, gavan, seyîs û mihîn,

Min bû zivistan surr, seqem û ba, bû bager havîn.

Horî, Melekên xewn û xeyalan ez digerandim,

Rim û soranî dilêm dixistin disincirandin.

Gund valabûne, dor, ber ker û lal mîna mezelan,

Li ber sorgula nedhat bihîstin dengên bilbilan.

Ber şêmîkekî cotên Zîyayên Zer xwe dabûn tevê,

Bibûn qerewil û evîndarê reşaya şevê.

Çêkribûn hêlîn, zîyaret bihuşta,  hub û evînê,

Ocaxa Êzdan bibû cî, werê xwe parastinê.

Nava wê seray Mêr Mlîyaketê qelema qencyê,

Dinvîsîn yazya bext û miraza, qedera rastyê.

Gund dîroka xwe defin kiribûn sîng, berên çîyada,

Mifte û kilît dabûne destê Horî, Perîyada.

Hezaran yek gund Serhat, Binxetê bûn xalî, xubar,

Bûme perîşan, dilûbînim ez dilekî  xedar.

Ez bûme sîyarê hespekî şîn boz, hespê qihêl bor,

Geryam çar heydor, ewr û ezmana dkşîya xwîna sor.

Pepûko dilo, çima wa kirin, hev cuda kirin,

Par, parî kirin, dijmina li me ocax kor kirin.

Bi destê zorê em derxistin ser axa zîyaretî,

Teyr, tû xeyîdîn, miçiqîn avê kanyên qudretî…

      

 

XELAT