Ji Folklora Kurdî meseloka `NEBÎ SILÊMAN Û LEGÊ`

Ji Folklora Kurdî meseloka `NEBÎ SILÊMAN Û LEGÊ`

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Dibêjin rojekê leylekek/legleg hebûye, du têjikên wê ji hêkan derketine û çûye li mêrgeka li keviya çemekî daketiye erdê, ji têjikên xwe re kêzik û kurmikan berhev kiriye.

Legê bala xw dayê ku sofiyekî rihdirêj li aliyekî mêrgê rûniştiye û li aliyê din jî sê-çar xort hene.

Legê xwe bi xwe gotiye: Ez bi aliyê wan xortan ve naçim, heçî xort in xwîngerm in, tafil xirarekê bidin min. Lê ew sofiyê hanê ehlê Xwedê ye, ger ez herim nêzê wî jî ew xisar nade min.

Leg hêdî hêdî ber bi aliyê Sofî ve çûye û kurmik û kêzik ji xwe re berhev kirine. Ha ku dît, va ye ew gehaye ber Sofî. Sofî jî rahiştiye kevirekî û avêtiye Legê, kevir li paqa wê ketiye û şikiyaye.

Leylek li erdê perpitîye û herwekî bike hewar û gazî, bi dengekî bilind kiriye leqeleq û qîr dane.

Dema wan xortan dengê Legê bihîztine û dîtin ku ew li erdê diperpite, rabûne ber bi Legê ve çûne. Sofî jî hema gotiye çirp û bi bez ji wirê çûye.

Yek ji wan xortan îşilkê xwe qelaştiye û herduyên din du textik peyda kirine dane ber herdu aliyên çîpa Legê û wî paçî lê çîpane.

Leg herwekî sipasî ji wan xortan re bike, çend car baskên xwe bilind kirine û daxistine, piştre fir dane xwe û çûye.

*Leg rast çûye ba Nebî Silêman û giliyê Sofî kiriye, got ku çîpê min şikandiye.

Du leşkerên Nebî Silêman çûne Sofî anîne. Dema jê pirsîne ku çima wî çipê Legê şikandiye? Sofî nikar nekiriye û li xwe mikur hatiye, erê çipa Legê şikandiye.

Nebî Silêman gotiye Legê:

. Em ê jî wek seza çîpa Sofî bişkênin.

Legê gotiye:

. Ya Nebiyê Xwedê. Tiştê ku Sofî bi min kiriye, ez naxwazim hûn jî eynî tişt pê bikin.

Nebî Silêman gotiye Legê:

. Nexwe em ê çengê Sofî bişikênin!

Legê dîsa gotiye:

. Na, ya Nebiyê Xwedê.

Nebî Silêman ji Legê pirsîye:

. Nexwe em çi seza bibin Sofî?

Legê gotiye:

. Wek seza, ez hêvî dikim ku hûn rihê Sofî biqusînin, da kesekî din pê neyê xapandin.

Heyeta dadgeha Nebî Silêman bi hev şêwirîne û biryar dane ku rast e, qusandina rihê Sofî çêtir e ji şikandina çîp û çengê wî.

*Berberekî anîne û rihê Sofî qusandiye. Piştre Berber dermanekî li ruyê Sofî hesikandiye da mû êdî tê de şîn nebin.

*Sofiyê bêrih ye rê û çû mala xwe.

Bizişkê Nebî Silêman jî hatiye û dermanekî li lingê Legê xistiye, lingê wê yê şikestî cebiriye.

Piştre Legê xatir ji Nebî Silêman û heyeta wî xwestiye û rabûye firê, çûye ba têjikên xwe.

(Ev meseloka folklorî ji vîdeoyeke dengbêjê Kurd Cemal Hêştirekî hatiye wergirtin)

14/ 10/ 2025

Xelat