Dr. Izedîn Resûl: Romana Kurdî bi `Şivanê Kurd` destpê kiriye

Dr. Izedîn Resûl: Romana Kurdî bi `Şivanê Kurd` destpê kiriye

Ronakbîrê kurd Pro. Dr. Izedîn Mistefa Resûl di pirtûka xwe ya bi navê (Çîrokên Kurdî yên Nû, Helbesta Kurdî ya Nû) de dibêje: Wêjeya Kurdî ji destpêkê ve ji bo me yek wêje bûye.

Dr. Izedîn Mistefa Resûl diyar jî dike ku; Helbesta Kurdî ji Melayê Cezîrî heta Nalî û Mehwî, ji Goran heta Qedrî Can di naverok, ziman û xuyangê de yek berhem e. Heger hin cudahiyên peyv û zaravayan li vir û wir xuya bibin, wê demê ew hîn jî beşek piçûk e û wê yekîtiyê hilnaweşîne.

Lewma çîrok û romanên kurdî berhemên yek edebiyatê ne û raman, jiyan, muzîk û daxwazên yek miletî temsîl dikin. Ji ber vê yekê em nîqaşan li ser derketina romana kurdî ya van salên dawî red dikin û destpêka damezrandina romana kurdî digihînin Erebê Şemo “Şivane Kurd” ku di sala 1927an de hatiye çapkirin. Werin em wê wek îfadeya resim û jiyana her şivanê kurd bihesibînin

Tekez li wê yekê jî kiriye û gotiye; Li gorî vê yekê, “Kurdên Elegez”, “Berbang”, çîroka Kela Dimdimê di romanekê de û “Xatê Xanim” a Elî Ebdulrehman; bi destpêkek zexm a romana kurdî bizanin.

Profîsor Dr. Izedîn Mistefa Resûl ji dayîkbûyê sala 1934 li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ye û xwediyê 86 berhemên bêhempa ye di warê wêjeyî de di sala 2019`an koça dawî kiriye.

Li gorî malpera Wîkîpediyayê, Romana (Şivanê Kurmanca) an jî (Şivanê Kurd) , di dîroka wêjeya Kurdî de romanê yekemîn bi zimanê Kurdî ye. Ev roman ji aliyê Erebê Şemo hatiye nivîsandin.

Roman bi alfabeya latînî ya Marogûlov - ya ku di 1929an de ji aliyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo ve hatibû amadekirin - di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Piştre ji bo zimanê rûsî hatiye wergerandin. Basil Nikitin di sala 1946an de ev pirtûk ji rûsî wergerandiye fransî û Nûredîn Zaza jî di 1947an de, ew ji fransî wergerandiye kurmancî. Di encama wergera wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe Şivanê Kurd.[1] Roman di gulana 2009'a de bi navê xwe ê orîjînal Şivanê Kurmanca wek pirtûka weşanxaneya Lîsê ya 75em û wek pirtûka rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya 21em disa hete çap kirin.

Erebê Şemo Kî ye?

Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkîya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ ("Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî") çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Kurdistanî Nwê/ Wîkîpediya

XELAT