Jivanê Kewê – Wêje û Rojnamevanî

Jivanê Kewê – Wêje û Rojnamevanî

Xeleka vê carê ya (Jivanê Kewê) li ser Wêje û Rojnamevanî bû, li ser şêwazê pêwendiya di navbera wêje (edebiyat) û rojnamevanî de, mêvanê bernameyê birêveberê radyoya kurdî ya Bexdayê mamostayê dêrîn wêjevan û rojnamevan (Mihemed Selîm Siwarî) bû, ku di salên 1978`an de birêveberê radyoya kurdî ya Bexda bûye.

Her weha di bernameyê de bal hate kişandin ser mijara gelo wêje û hunerê xizmeta rojnamevaniyê dikir yan berovajî , ev tewer bi hûrgulî hatine gotûbîj kirin.

Mamosta (Mihemed Selîm Siwarî) di gotina xwe de anî ziman ku, li Bexda wan nekarîn bi aşkira behsa Pêşmerge û Kurdistanê bikiran bi zehmet bû belkû peyamên xwe bi awayên cuda digihandin bi awayekî şîfre ji ber ku her tişta te bixwasta nedkarîn bigotana.

 Diyar jî kir ku, radyoya Bexda xizmetek mezin ya  hunermendên navdar ên mezin yên kurd kir wek (Alî Merdan, Mihemed Arif û Tehsîn Taha, Eyşe Şan û Gulbuhar û Eyaz Yusif ) û bi xêra wê radyoyê nav û dengên wan belav bûn û stranên xwe karîn tomar bikin.

Di vê lînkê de guhdarî bernameyê bikin:

https://www.facebook.com/100003852243629/videos/595995029136898/

Sekoya Kurmancî