Şaşiyên Rewşenbîrên Kurd Di Ferhenga Kurdî De
Nivîskar: Zeynelabdîn Zinar
Di serê vê Sedsala Bîstûyekê de diyar e ku hewldaneke pir zêde ya ji bo parastina Çanda Kurdî ji bo Kurdan çêbûye.
Lê mixabin ew hewldan gelek Kurdên ku di Çanda Tirkî ya Erebî û Farisî de berepêş çûne, tûşê şaşî û xeletiyên mezin kiriye.
Ji ber ku ew Kurd di Çanda Kurdî de qar in û ji Ferhenga Kurdî bê par mane, niha jî ku wan xwe daye ser Çanda Kurdî û piraniya peyvên kurdî yên ku di wan zimanan de hene, yên kurdî napejirînin. Xasma jî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, hema bêje %90 nezanê Çanda Kurdî ne.
Kesên zanistiyê tev dizanin ku zimanek bi navê Zimanê Tirkî bi avakirina Saziya Zimanê Tirkî 1932 derketiye holê.
Niha navê 715 berheman (1932-1970) li ba min heye ku naveroka wan, tevek berhemên çanda xelkên Anatoliyayê ye û bi piranî jî yên Çanda Kurdî ne. Lê ew berhem bi navê ”Çanda Tirkî” wek pirtûk hatine çapkirin.
Kurdên ku wan pirtûka xwendine û nenasê Ferhenga Kurdî ne, ew Kurd hemû peyvên kurdî yên ku di wan pirtûkan de cih girtine, nizanin ku ew peyvên kurdî ne.
Kurdên ku vêjeya Zimanê Erebî xwendine, bila tenê 114 sûretên Qurana pîroz bidin ber çavên xwe û 6666 Ayetên wê werbêj bikin, hingê wê bibînin ku çiqas peyvên Kurdî tê de hene.
Jixwe axaftina cenabê Pêxemberî ku li ser xwarina tirî gotiye: ”Eklul inebî dulib dulib…” nimûneya herî eşkere ye.
Diyar e ku hem ji bo Zimanê Erebî, hem ji bo Zimanê Tirkî, hin qanûn û mercên tayber hene. Îcar çi peyv bin û çi jî hevok bin, ger ne li gor wan tewran bin, ew bi xwe dibêjin ku peyvên biyanî ne.
Împeretorya Osmanî 600 sal bi elîfbêtika erebî nivîsiye û gelek peyvên kurdî ku berê ketibûne erebî, derbasê osmanî kirine û wek peyvên erebî dizanin. Wek nimûne peyva GÛZ û GOREya kurdî.
Ereban GOZa kurdî kirin CEWZ, tirkan jî kirine CEVÎZ.
Ereban GOREya kurdî kirine CEWREB, tirknam jî kirine ÇORAP.
Çendî ku Medreseya Kurdî jî hezar û sed sal elîfbêtika erebî bi kar aniye, lê Kurdan forma kurdî li wê elîfbêtikê kirine û 5 tîp lê zêde kirine, pê berhemên xwe nivîsandine.
Bi hêviya lêkolînine berfireh li ser peyvên Ferhenga Kurdî yên ku di nêv Ferhenga Erebî û ya Tirkî de ne.
Her şad û berxwedar bin…
21/ 11/ 2024
XELAT
