101 sal biser bi parêzgehbûna Silêmaniyê re derbas dibe

101 sal biser bi parêzgehbûna Silêmaniyê re derbas dibe

Dîroka avabûna bajarê Silêmaniyê vedigere bo sala 1784`an, lê belê di 30/4/1923`an de biryara bi parêzgeh bûna Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta paşayetî ya Êraqê û desthilatdarên Brîtanya (Ingilîstanê) ve tê dayîn.

Bi wî awayî Silêmaniyê dibe yek ji parêzgehên Êraqê û Ehmed Beg jî dibe yekemîn (Muteserîf) parêzgarê Silêmaniyê.

Ehmed Beg, kurê Tofîq Beg Tabûr Axasî kurê Mihemed Salih Begê Silêman paşayê Qewas ji malbata Xendan e, Xendan jî bapîrê wan yê mezine û di heman demê de pismamê Şerîf Paşayê Xendan e, sala 1898 li Silêmaniyê ji dayîk bûye ku yek ji peyayên navûbang yê sedsala bîstane û kesayetiutekî diyar yê Silêmaniyê bûye.

Ehmed Begê Tofîq Beg, heta 9/4/1927`an parêzgarê Silêmaniyê bûye û piştî Ingilîzan dest ji karê muteserfiyê berdide.

Ehmed Beg Tofîq Beg/ Yekem Parêzgarê Silêmaniyê

XELAT/ Jêder: DGK radio