BÎRANÎNA RONAKBÎRÊ NEMIR SEYDAYÊ CEGERXWÎN
Roja 22/10/2024 bi ser koçkirina ronakbîrê mezin ê Kurd nemir Seydayê Cegerxwîn 40 sal derbas dibe. Seydayê Cegerxwîn yek ji bejin bilindên Kurdistanê ye ku bi helbestên xwe civaka Kurd hişyarî dikir û hestên netewî xurtir dikir û di heman demê de civaka kurd hşiyar dikir û riya rast dida pêş wan.
Seydayê Cegerxwîn her weha bi zaravayê kurmancî û tîpên latînî helbestê xwe dinivîsand û eve jî werçerxanek di pêşxistina zimanê Kurdî de kir.
Her weha seydayê Cegerxwîn li kêlekla ku ronakbîr û helbestvanekî mezin bû , xebatkar û tekoşerekî mezin bû di xizmeta doza gelê Kurd e û rolekî wî yê diyar di şoreşa kurdistanê de û her weha di tevgera azadî ya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê de jî hebû.
Seydayê (Cegerxwîn) navê xwe (Şêxmûsê kurê Hesenê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî) ye. Cegerxwîn, di sala 1903an li gundê Hesarê navçeya Kercewsê ya herêma Êlihê (Batmanê) ya Bakurê Kurdistanê hatiye dunyayê.
Cegerxwîn hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di 15-16 saliya xwe , di riya hesinî de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe deştê Amedê (Diyarbekirê) ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê.
Di sala 1927an de ew vedigere binxetê gundê (Girê Ceh -Tilşihîrê) ya li rojhilatêl Qamişlo û bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê Hazda Jorîn.
Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê desthilata Frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve Xweybûnê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê.
Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin. Di 1950î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê perlamana Sûriyê.
Di 1957an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û rêxistina Azadî saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi Partiya Demokrat a Kurdî dibin yek.
Sala 1959-1962 partî wî dişîne Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê di zanîngehan de hînî kurdî dike. Ew sê salan li wir dimîne. Di 1962an de ew vedigere Rojavayê Kurdistanê. Ew dîsa tê girtin. Li 1963ê ew dîsa tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê ya Şamê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişloyê.
Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreşê nêzîkî salekê dimîne.
Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê "Kî me ez?" û ya "Salar û Mîdya" çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê, ew di 22ê Cotmehê sala 1984an li welatê Swêdê koça dawî dike û li bajarê Qamişlo hatiye veşartin.
Berhemên Cegerxwîn:
- Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî, 1945 Şam
- Çîroka yekem: Cîm û Gulperî, 1948 Şam
- Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
- Çîroka diwem: Reşyê Darê, 1956 Şam
- Gotinên Pêşiyan: 1957 Şam
- Awa û destûra Zimanê Kurdî, 1961 Bexda
- Ferhenga Kurdî, cildê pêşîn, 1962 Bexda
- Ferhenga Kurdî, cildê duduyan 1962 Bexda
- Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Beyrût
- Poêma : Salar û Mîdiya, 1973 Beyrût
- Dîwana çara: Ronak, 1980 Stokholm
- Dîwana pênca: Zend Avista, 1981 Stokholm
- Dîwana şeşa : Şefeq, 1982 Stokholm
- Dîwana hefta : Hêvî, 1983 Stokholm
- Tarîxa Kurdistan, cild 1, 1985 Stokholm
- Dîwana heşta : Aşitî, 1986 Stokholm
- Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm
- Folklora Kurdî, 1988 Stokholm
- Jînenîgariya min, 1995 Stokholm
Ji Helbestên Cegerxwîn:
PÎRA TORÊ
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.

XELAT/ Amadekirin: Dawûd Çîçek
