Sîpan Hesko ji Almanya stranekê bo Rojava tomar dike

Hunermendekî Kurd ê ku li Almanya dijî, weku wefadarî û ji bo piştgiriya berxwedana Kurdan li Rojavayê Kurdistanê stranek nû belav kiriye.

Hunermend Sîpan Hesko ji bajarê Munheim ya Almanyayê, ji Kurdistanî Nwê re axivî û got: Ji bo piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa dijwar a ku ew pê re rû bi rû dimînin, nemaze koçberbûna bi hezaran malbatên Kurd li wî beşê Kurdistanê û gihandina dengê wan ji hemû neteweyên cîhanê re, min stranek nû derxist, bi navûnîşana (Xwe bigre neçe ava, va em hatîn Rojava) ku bi şêweyê kilîp hatiye belav kirinê.

Wî got: Stran ji hêla helbestvanê Êzdî (Xwedêda Kurto) ve hatiye çêkirin û awazê wê min daniye û li Almanya bi Semîr Husên re hatiye tomar kirin.

Di derbarê rola hunerê di berxwedana Kurdan de, Sîpan Hesko got: Huner her tim parêzvan bûye. Di seranserê dîrokê de li Kurdistanê, huner her tim çekek parastinê li ziman, çand, nasname û dîroka me bûye. Hunera Kurdî li dijî zordarî û dagirkerên Kurdistanê di hemû waran de deng û helwestek hebûye.

Sîpan Hesko sala 1985 li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye û ji sala 2000an ve li Almanyayê dijî û di sala 2012an vir ve dest bi stranbêjiyê kiriye. Heta niha, piraniya stranên xwe li ser evîn û welat in.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê