Hunermendê Çiyayê Kurmênc Mihemed Bilko kilîpek nû weşand
Hunermendê kurd ê Çiyayê Kurmênc Mihemed Bilko kilîpek xwe ya nû bi navê (Efrîn Di Dil de ye) li ser tora xwe ya civakî Youtubê) belav kir.
Mihemed Bilko, li gundê Musako yê navçeya Raco ya herêma Efrînê di (13ê Mijdara 1982an) ji dayik bûye, heta dibistana navîn - pola nehan - xwend lê mezûn nebû. Bilko ji temenê biçûk ve ji bo muzîkê hez dikir û malbata wî ev yek nas kir û ji bo pêşxistin û xwedîderketina jêhatîbûna wî alîkariya wî kir.
Bilko, kariyera xwe ya hunerî bi tomarkirina çend stranên kevin ên ku ji hêla xalê wî (Omer Serqut) ve hatine nivîsandin dest pê kir. Ev stran bi qasî deh stranan bûn, û bêyî klîbên vîdyoyê bi zindî hatin tomar kirin. Piştî ku ew li ser medyaya civakî hatin parvekirin, navûdengê wî di nav heval û şopîneran de mezin bû.
Bilko mûzîkjen û derhênerê mûzîkê (Şêro Menan) nas kir dest bi beşdarbûna konserên mezin bi Şêro Mênan re li Şamê kir. Wî her weha bi çend hunermendên din re stran gotin, ku hin ji wan tomar kirine..
Ji Adara 2005an pê ve, navûdengê Bilko bi piştgiriya xalê wî Ebdo Sarqout û Studyoya Agirî dest pê kir. Bilko beşdarî hemû konserên hunermend Bangîn (Hikmet Cemîl) bû. Di yek ji van konseran de, ew bi hunermendê Kurd Bilind Îbrahîm re hevdîtin kir û dostaniyek xurt di navbera wan de çêbû her weha pêkve kilîpa ser (Efrîna min) tomar kirin.
Strana yekem a Bilko, "Bese kelema," hate tomar kirin. Bi gotina wî ew qet li pey navdariyê nedigeriya. Piştre wî strana xwe ya duyemîn, "Bi qasî Perperika" tomar kir.
Bilko bi bîr tîne ku strana wî ya "Efrîna min" sedema xurtkirina têkiliya wî bi Bilind Îbrahîm re bû, ji ber ku Bilind heyraniya xwe ji bo strana wî anî ziman û got, "Ji bo min şerefek e ku ez wê bibêjim."
XELAT/ Malpera Çiyayê Kurmênc
