Keçeke Kurd a derhêner xelateke navnetewî bidest dixe

Keçeke Kurd a derhêner xelateke navnetewî bidest dixe

Filîma sînemayî ya xanima kurd (Dewen Newzad) ya bi navnîşana (IN THE RED) xelateke navdewletî bidest xistiye.

Filîm behsa çend çîrokekî rasteqîne a jinan dike ku bûne qubanê destê civakê û zehmetiyên jiyanê, di beşekî din a filmê de balê dikşîne ser mîhrebanî û bihêziya xaniman tevî ew nexweşiyên ku ji aliyê civakê ve rêbirûyê jinan dibe.

Ew filim di sala 2020 hatiye berhem anîn û ji wê salê ve û heya niha nêzîkî 7 xelat bidest xistine ya herî nû jî li festîvala parêzgeha Mîsan a Êraqê bûye ku bi beşdariya filmên sînemayê ên çend welatên erebî birêveçû di nava wan de jî filîma (IN THE RED) xelata baştîrîn senaryo wergirt.

(Dewen Newzad) di sala 2002 dest bi karê hunerî kiriye wek ekter di çend dramayan de beşdarî kiriye û tevî wê roleke xwe ya giring hebûye di warê derhênanê de û wek ew dibêje dixwaze bi rêya karên xwe giringiya rola jinê bi cîhanê bide nasînê.

XELAT/ KURDSAT