JÎNNAME
Helbest: Merwan Berekat
JÎNNAME
Ez û dilê xwe yê ji evînê mișt
Ez û kulên xwe yên çarêș
Ez û giyanê xwe yê nîvwestiyayî
Ez û êşên xwe yên vereșandî
Ez û birînên xwe yên nekewandî
Em rojane li ser lêvên birîna te bêtirî carekê ji hemêza mirinê vedipekin û werzên hêviyan ji kaniyên aramiyê av didin...
Ez û meraqên xwe yên kevn û nû
Ez û xewnên xwe yên nîvpayî
Ez û hêrsên xwe yên ter û stûr
Ez û coşa xwe ya ku pîr nabe
Ez û stranên xwe yên awazfirandî
Ez û keserên xwe yên bêreng
Em rojane li ser sînorên êşa te bêtirî carekê ji ser darbesta mirinê têne xar û jiyanê dikenînin. Em dizanin bi mirinê re jî bipeyivin...
Ez û dayka xwe ya dilnazik
Ez û bavê xwe yê dilneçelî
Ez û xwîşkên xwe yên hêvîkesk
Ez û birayên xwe yên serbilind
Ez û kurên xwe
Ez û keçên xwe
Ez û kebaniya xwe
Ez û xwe
Em rojane bêtirî carekê berê xwe didin deşt û çiyayên te û nimêja vegerê dikin...
Li pêş perestgeha vîna me sal kin dibin û zeviyên pêdariyê zîl didin....
Ez û hevalên xwe
Ez û dostên xwe
Ez û gundiyên xwe
Ez û cîranên xwe
Ez û zarokên sêwî
Ez û kalemêrên çiyahez
Ez û pîrejinên axhez
Em rojane bêtirî carekê wekî bûka jiyanê bîranên xwe yên li bin darên zeytûn û henaran bi dildariyê hene dikin.....
EFRÎNA MIN
Xelat
