Ji Konê Reş helbestek taybet ji bo Zarokan

Ji Konê Reş helbestek taybet ji bo Zarokan

Nivîskar û Helbestvan û zimanzanê Kurd Konê Reş li ser rûpela xwe ya tora civakî nivîsiye: Erê ez ji bo zarokan jî dinivîsim ..ji ber ku zarok hêviya pêşerojê ye... eve jî sirûda min a dawiyê ye ku ji zarokan re dinivîsînim....

 

Kurdî Kurdî Kurdistan

Welatê bav û kalan

Jiyan xweş e li waran

Li nav dost û hevalan

Wa keç û xortên Kurdan!

Werin.. em bikin dîlan

Reqs û sema ji dilan

Hildin Ala Kurdistan

Kurdî Kurdî Kurdistan

Xweş e çûna dibistan

Nas bikin Memê Alan

Hewlêr, Urmiya û Wan

Hildin navê Şerefxan

Xanî, Cizîrî û Botan

Seîd, Nehrî û Barzan

Kurdî Kurdî Kurdistan

Biparêzin şûnwaran

Ji dest diz û neyaran

Nas bikin dost û yaran

Bêjin bijî Kurdistan.

 

XELAT