Çawa ez ê karibim
Helbest: Ezîz Xemcivîn
Çawa ez ê karibim
nezanî,
hogirî
û kîndariyê vemirînim?
Çawa ez ê bigihêm te Nêrvana?
Çawa ez ê ji derdê xwe birevim?
çawa ez û gerdûnê em bi yek bin?
çawa ez ê bigihêm te Nêrvana?
Di navbera "Pirtûka Pîroz" û zanyariyên "Bûda"
du şivên Tirênê ne, nabin yek
çawa ez ê bigihêm te Nêrvana?
Nikarim ji hogiriyê rizgar bibim,
nikarim hogiriyê di hişê xwe de razînim,
çawa ez ê bigihêm te Nêrvana?
Çawa ez ê hiş bixeyidînim,
vemirim û vemirînim,
rêka min bi jor ve naçe
tunnel e ev doz,
rêka bê rêveger e,
çawa ez ê bigihêm te Nêrvana?
17.08.2024
XELAT