Bi Filîma `ŞENGAL` Çaremîn Festîvala Moskoyê tê vekirin

Bi Filîma `ŞENGAL` Çaremîn Festîvala Moskoyê tê vekirin

Bi nîşandana fîlma sînemayî "ŞENGAL" ji derhêneriya filîmsaza Îspanî (Anna Bofarol) 4.mîn festîvala filmên Kurdî li Mosko paytexta Rûsyayê destpê dike.

Li gorî Rojnameya `Kurdistanî Nwê` Festîval bi serokatiya hunermendê kurd (Kerem Gerdenzerî) û çavdêriya herdu xaniman (Gulîzar Gerdenzerî û Înna Tedzhoeva) birêve diçe. Armanca festîvalê nîşandana ferheng û dîrok û parastina nasnameya netewî û zimanê kurda ye. Her weha nîşadana jiyana modêrn ya netewa kurd e.

Festival roja 18`ê îlonê destpê kir û wê heta 22`yê îlonê bidome. Festival filmên 12 welatên cîhanê li xwe digre ku Herêma Kurdistanê jî di nav de ye.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê